'Divê Îtalya ji bo Abdullah Ocalan bi berpirsyariyê rabe'

Parêzer Artûro Salernî bal kişand ser mafê penaberiyê yê ku dadgeheke Îtalyayê da Abdullah Ocalan û ji Îtalyayê xwest ku bi berpirsyariya vê biryara xwe rabe.

Parêzer Artûro Salernî, destnîşan kir ku kampanyaya di asta cîhanî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin gelek girînge û got, “Em jî li Îtalyayê kampanyayekê dimeşînin ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd dikare di lêgerîna çareseriya siyasî ya gelek pevçûnên li herêma lê dijîn û çar dewlet lê hene de roleke diyarker bilîze."

Xebatên di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyek hevpar hate destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe. Yek ji navendên girîng ên ku kampanya lê tê meşandin jî Îtalya ye ku yek ji wan welatên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekê lê mabû. Em bi parêzerê Abdullah Ocalan Artûro Salernî re li ser xebatên li Îtalyayê tên meşandin û tecrîdê axivîn. Parêzer Artûro Salernî, diyar kir ku rewşa bêpeywendiya mutlaq a 33 meh bi Abdullah Ocalan re weke rêbazek êşkencê ye û wiha got, “Li cihek ku girtî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bînin, li wir binpêkirina mafên bingehîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku bingeha Konseya Ewropayê ye, heye. Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye. Em li vir dibînin ku Tirkiye erkên xwe yên li hemberî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.”

DAXWAZA AZADIYÊ BERSIV DÎBÎNE

Parêzer Salernî, bibîr xist ku li Îtalyayê ev demeke dirêj e ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên cur be cur tên lidarxistin û got ku daxwaza azadiyê her roj belavî her qadê dibe û bersiv dibîne. Parêzer Salernî, anî ziman ku pêngava ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan di asta cîhanê de hatî destpêkirin girînge û wiha domand, “Em jî li Îtalyayê kampanyayekê dimeşînin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd dikare di lêgerîna çareseriya siyasî ya gelek pevçûnên li herêma lê dijîn û çar dewlet lê hene de roleke diyarker bilîze."

ÎTALYA XWEDÎ BERPIRSYARIYEKE TAYBET E

Parêzer Salernî, mafê penaberiya siyasî ya ku ji aliyê dadgehên Îtalyayê ve ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû dayîn bibîr xist û wiha got, “Dadgeha Romayê di sala 1999’an de Abdullah Ocalan weke mirovek di bin zext û gefan de û Rêberê gelê Kurd qebûl kir û mafê penaberiya siyasî da. Ev biryar îro jî derbasdar e. Di çarçoveya vê biryarê de Îtalya xwedî berpirsyariyek taybet e ku ji bo guhertina şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî bikeve nava tevgerê.”

LI ROMAYÊ RUHEKÎ HEVGIRTINÊ YA GIRÎNG AVA KIR

Parêzer Arturo Salernî, anî ziman ku Abdullah Ocalan di dema mayîna xwe ya li Romayê xwîngermiya gelê Îtalyayê destpê kiriye û got ev yek ruhekî hevgirtinê ya girîng avakiriye û wiha dewam kir, “Xwîngermiya gelê Îtalyayê bi taybetî piştî Şoreşa Rojava li hemberî gelê Kurd zêdetir bûye. Niha bi vî ruhê hevgirtinê, erka me ya pêşîn ew e ku em li Îtalyayê zextê li ser saziyên me û bi taybetî li parlementoyê bikin, da ku hikûmeta Îtalyayê bikeve nava tevgerê. Divê Îtalya berpirsyariya biryara penaberiyê ya ku ji aliyê dadgeha xwe ve ji Ocalan re hatiye dayîn û nikare bê betalkirin, bigire ser xwe. Em ê israr bikin ku hukûmeta Îtalyayê vê berpirsiyariyê bi cih bîne."