Dîsa 'cezayê dîsîplînê' li Rêberê Gelê Kurd hate birîn

Hate hînbûn ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘cezayekî dîsîplînê’ hatiye dayîn û dîroka vî cezayî nehate eşkerekirin.

Di 10’ê Tîrmehê de ji bo malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê de ne, hevdîtin were kirin serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê hatibû dayîn.

Hakîmtiyê ku di 18'ê Tîrmehê de serlêdan red kir, diyar kir ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku 3 sal in destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bikin, ‘cezayekî dîsîplînê’ yê nû hatiye birîn.

Hakîmtiyê biryara di 19'ê Tîrmehê de ragihand ji parêzeran re û agahî neda ku ‘cezayê dîsîplînê’ kîngê û bi kîjan hincetê hatiye birîn.

Ji  25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.