Dildarê alîkariyê bû endamê çeteyan

Dildarê alîkariyê bû endamê çeteyan

Vedat Dînç ê ji Amed ye ji aliye hêzen asayîşa Efrînê ve hat girtin û Selîm Kaya yê ji Licê ku ji bo li birayê xwe bigere  çû Rojava, agahiyên gelek girîng dan û li Tirkiyê cemeet çawa ji çeteyan re endaman peyda dikin û ji kesên  jê re alîkarî tînin çawa li dijî Kurda didin şerkirin, bi axaftinê xwe derxistin holê.

Hêzên asayîşa Efrînê  di rojên derbasbûyî Vedat Dînçê ku di dema ji Cindirêsê di xwest derbasbasî Ezaz bibe girtin, Selîm Kaya yê Licê yê ji gundê Kuçikê ku ji bo li birayê xwe bigere hatibû Rojava li xwe mukir hatin ku  li Tirkiyê komên çete bi riya cemeetê çawa endama qezenç dikin.

Vedat Dînçê ku ji Pîrana Amedê ye piştî bavê wî bi jina duyemin a ji Hasekê re zewicê û şûnde çûnû hatina wî ya Rojava dest pê dike. Demek şûnde ev ji bi jinekê li Hesekê re dizewicê. Dema li Sûriyê şer dest pê dike, vegerê Tirkiyê.

Dînç îdia dike ku demek şûnde ji bo di ‘alikariya dildar de’ cih bigire ji kesên îHH’ê teklif girtiye. Bi wî şeklî di ser deriyê Bab el Hawa yani ji ser deriyê Cîlvegozû re bi tirê çend caran diçe Sûriyê. Dînç dibêje ku wê demê naskirina wî bi hin kesen rû dirêj re çêbû û wiha berdewam dike; “Ev kesên ku min li vir naskirin hin ji wan min li Stenbolê jî nas dikirin. Ji min re gotin li dijî Esat  şerek heye û şerkirin di rêya îslamê de ye. Dema min bi tira alîkarî dibir min digot qey tenê erzak heye lê demek şûnde min fêm kir ku di nava tirand e bi şeklekî dizî çek hatine veşartin û ev çek di bin kontrola dewletê de derbasî Sûriyê dihatin kirin.  Tirên ku di rêkên resmîre diçûn û çek ji çetera dibirin leşkera jî di dîtin lê deng nedikirin.”

Dinç di axaftinê xwe de got ku; bi sedan kes li Tirkiyê di bin navê ÎHH û wekî derdorê Hûda Par rêxistina çeteyan çêdikin û vana ji bo bidin şerkirin dişînîn Rojava, lê piştî êrîş li dijî Kurda dest pêkirin bi dehan kes vegeriyan Amedê.

Dînç diyar dike ku ew li vir gihişt vê baweriyê ku daxwaziya Cemaatê li dijî kurdan şer kirine û wiha got; “Dixwazin Kurdan ji cih û warê wan derxin û kesên din bixin cihê wan. Armanca wan a bingehîn parçekirina Sûriyê ye.”  Dinç di berdavama axaftinê xwe de wiha dibêje; “Cemeat li Tirkiyê bi vaade pere û di bin navê “Cîhadê” de ciwanan dixapîne û piştî hatin vir û şûnde dizî dikin, malên gel digirin.”

Dînç got ji Ozbekîstan û Turkmenîstanê jinan ji bo endamên çeteyan tînin û ji bo şer bikin bi wan re didin zewicandin û wiha got:“Tişten ku çeteyên cemeeta Gûlan dixwazê li Rojava bike eve ku  plana tunekirina kurdane.  Bi wê armancê ji çeteyan re pere, çekû mîlîtan tên peydakirin. Min dit ku di bin navê ‘Cîhad’ê de bi dehan ciwan ji Amedê anîn û li Rojava li dijî Kurdan didin şerkirin.

Dinç got, bi teybet leşkerên Tirk di nav komên çete de li dijî Kurdan şer dikin û wiha got: “ Girêdayî Îdlîpê komek ku ji 5 leşkerên Tirk pêk dihatin, bin fermandariya çawûşên pisporê bi navê Dursin de derbasi Rojava bûn. Du kesên ji komê ji Meletiyê bûn, du jî ji Stenbolê bûn. Di nav wê komêde min gelek Kurd dîtin. Du kes ji wan ji Amedê  bûn.

Kesen ku bi navê Selîm Kaya bi Vedat Dînç re ji alîyê asayîşa Efrîn ve hat girtin, derket holê ku li birayê xwe Burhan Kaya digere. Kaya îdia kir ku, li derdora saziya tendûristiya Baxlarê ya Amedê cihê ku wekî mescid tê bikaranîn de ciwan tên xapandin û tên tanzîmkirin û dişinin nava komên çete. Kaya got, “Birayê min her tim diçû mescîdek giredayî Mustazaf-Derê. Min gelek xwest ez birayê xwe ji wan xelas bikim. Min li mal jî girê da lê herî dawî 15 roj berê wenda bû. Ez çûm gel wan û min got we birayê min şandiyê ku derê. Gotin em nizanin. Ez hatim wê derê ku ez birayê xwe bibinim. Bi sedan ciwan xapandine û anîna li dijî Kurdan didin şerkirin. Bangawazîya min eve ku hemû malbat bi kevin pey zarokê xwe û wan ji nav destên çekan xelas kin.”