Dibe ku Obama û Ruhanî li Lijneya Giştî ya NY’ê bên cem hev
Dibe ku Obama û Ruhanî li Lijneya Giştî ya NY’ê bên cem hev
Dibe ku Obama û Ruhanî li Lijneya Giştî ya NY’ê bên cem hev
Di dema Lijneya Giştî ya ku dê hefteya pêş li Netewên Yekbûyî pêk tê de, hat hînbû ku dê serokê DYA’yê Barack Obama û serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bên cem hev.
Ruhanî yê ku ji reformîstan piştgiriyê dibîne hefteya pêş di Lijneya Giştî de piştî axaftina Obama dê derketine ser kursiyê. Hate diyar kirin ku cih girtina Obama û Ruhanî a di Lijneyê de ne tesadufe û hat gotin ku 34 sal şûnde cara yekemîn hevdîtineke di asta bilind de dê pêk were.
Ruhanî ku di meha hezîranê de hilbijartin qezenc kir, di nivîsa xwe ya hefteya borî ya Washîngton Post de hat weşandin de li ser welatên cîhanê û têkiliyên çêker rawestiya bû û di mijara bernameya nukleerê de bi Rojava re sînyalên li hevkirinê dabû.