Li Navenda Polîsan ya Sultangazî ya Stenbolê teqînek mezin rû da. Di teqîna ku di encama çalakvanek xwekuj teqemeniya li ser xwe teqand de yek jê polîs 2 kes mirin, nêzî 10’an jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, tê îdîakirin jinek ketiye Navenda Polîsan ya 75’mîn Sal ya Sultangaziyê û teqemeniyên li ser xwe teqandine. Avahiya navenda polîsan bitundiya teqînê re zirarek mezin dît û li gorî agahiyên destpêkê çalakvan û polîsê binavê Bulent Ozkan mirine. Nêzî 10 kesan jî birîndar bûne.
Birîndar li nexweşxaneyên derdor têne dermankirin, navenda polîsan jî hate valekirin û li beramberî teqînek din ya duwem navend kordon kirin.
Piştî teqînê Midûrê Polîsan yê Stenbolê Huseyîn Çapkin hate cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn.
Di derbarê êrîşê de heya niha ti daxuyaniyên fermî nehatine kirin. Piştî bûyerê di bêtêlên polîsan de anonsên xwînê ji bo polîsên birîndar tê kirin.