Di salvegera 30’emîn a komkujiyê de, li ber Otela Madimakê bîranîn

Bi wesîleya salvegera 30’emîn a komkujiya li Otela Madimakê, li Sêwasê meşek hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Bîranîna li Sêwasê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê di salvegera 30’emîn de li Otela Madimakê hat kirin ku 33 rewşenbîr, nivîskar û 2 xebatkarên otelê lê hatibûn şewitandin û qetilkirin.

Gelek mirovên ku ji gelek bajaran hatin, di saetên sibehê de li ber Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal hatin ba hev. 

Girse piştre ber bi Otela Madimakê ve meşiya ku komkujî lê hat kirin.

Piştî meşê ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin û piştre qurnefîl danîn ber otelê.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku komkujiyek di dîrokê de cara yekem di weşana zindî de pêk hat û wiha got: “Em parlamenterên Partiya Çepên Kesk û hemû hevalên me yên xebatê heta îro em li gel têkoşîna Elewiyan bûn, ji vir û şûn de jî em ê li gel bin. Me duh anî ziman, em îro jî dibêjin; Komkujiya Madimakê sûceke ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Em ê nehêlin ku doza vê komkujiyê li ber dembihurînê bikeve.”

Bîranîn bi xwendina metnên hevpar ku ji aliyê saziyên Elewiyan ve hatin amadekirin û axaftinan, dewam kir.