Ji rojnameya Radîkalê Ezgî Başaran di nivîsa xwe yî îro de bi sernavê “Ha ji we re belgeya leşkerên peymandanî’ diyar kir ku îdîayên derbarên leşkerên bi pere de “hatin ronîkirin”.
Ev belgeya leşkerên bi pere di nûçeya ANF’ê ya bi sernavê “Peymana duwemîn bi leşkerên bi pere didin îmzekirin”di 18’ê Îlonê de hatibû weşandin.
Lê pêwîst nedikri ku Başaran ji bo xwe bigihîne vê belgeyê, li bendan rayedarên Serfermandariya Artêşa Tirk bimîne. Ji ber ku ev belge jixwe li ser malpera fermî ya artêş a Tirk heye û beriya niha di ANF’ê de hatibû weşandin.
Lê tişta ku divê bê ronîkirin ne peymana yekemîn e, ya duwemîn e. Ji ber vê jî Ezî Başaran bi “tu awayî” vê meseleyê ronî nekir.
Di peymana sereke de, kesên ku ji çarçoveya Qanûna Leşkerên Peymanbestî û Leşkeran sûd werbigirin, ger bi mirin an jî birîndar bibin daxwaza tazmînatê nayê kirin, ger bêne kuştin jî dê tenê agahiyê bidin malbatên wan.
PEYMANA SEREKE NADIN ME
Leşkerek ku li Fermandariya Baskordiya Amedê serlêdana wî ya ji bo leşkertiya bi pere hate qebûlkirin û nexwest navê xwe aşkere bike, got ku ji ber ku kar û pîşeyek din ê wî tune ye, wî vî karî qebûl kiriye. Leşker diyar kir ku wî ji bo asta duwemîn a leşkertiya bi pere serlêdan kiriye û li Enqereyê hatiye ezmûnkirin.
Leşker da zanîn ku di dema ezmûnê de li Fermandariya Hêzên Bejahî ya li Enqereyê, de bînbaşi, astsubay û sivîl jî amade dibin û got; “bi awayê pirs û bersiv hevbînî (muleqat) dikin. Heyet ava dikin. Ji di nava wan de sivîlên kal hene, sûbay hene. Gava dor hat min, ji min pirsên weke ‘Tu dê mirovan bikujî?, ‘Gava di TV de nûçeyên şehîdan derbas dibin, tu çi hîs dikî’, ‘Ger fermandar bêje kesek bikuje, tu dê bikujî?’, ‘ Tu ji bo mirinê çi difikirî?’, ‘Eleqeya te ji bo zayenda dijber çi ye?’, ‘Tu çima dixwazî bibî leşkerê bi pere’ ji min pirsîn. Piştî hevîniyê ji min re gotin ‘Em ê te agahdar bikin’ ez jî vegeriyam. Piştî mehekê careke din bangî min kirin. Çûm Enqereyê. Li vir piştî peymana pêşî, peymanek didin didin îmzekirin.”
Leşkerê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku belgeya ku bi wan didin îmzekirin yek nusha û ligel gelek nivîsên fermî, di rewşên mirin û birîdariyan de jî tazmînatan qebûl nakin û di rewşên mirinê de malbatên û ger malbatên wan tunebe jî 3 kesên nêzî wan divê navê wan bên nivîsin.