Di pevçûnên li Şemizînanê de 13 leşker hatin kuştin

Di pevçûnên li Şemizînanê de 13 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama peçvûnên duh û îro li navçeya Şemizînan a Colemêrgê qewimîn de 13 leşker hatin kuştin. HPG’ê daxuyaniya Waliyê Colemêrgê ya bi awayê “26 PKK’yî hatin kuştin” derewand û diyar kir ku di pevçûnan de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûnên duh û îro li Şemizînan qewimî de 13 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê wiha ye:

“Li bejahiyên Gever û Şemzînana Colemergê pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk doh û îroj jî berdewam kirin.

Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 05.00-07.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Şikêrê Spî û Neqeba Nîrkolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê rê nedane leşkerên dijmin, heta êvarî li vir pevçûnên dijwar qewimiye. Di encama van pevçûnan de 8 leşkerên dijmin hatiye kuştin.

Dijmin ji destpêka operasyonê heta danê êvarî li dijî Geliyê Nîrkola, Gostê, Neqebên Ewliya û Masîro bi hewan, obus û helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. Herweha di saet 15.00'an û dîsa êvarî di navbera saet 21.00-22.00'an de li dijî herêma Gostê du caran ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin.

Di encama pevçûnên li vê herêmê du rêhevalên me gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên rêhevalên me yê şehîd ketine di demeke kurt de ji raya giştî re were eşkerekirin.

Di çarçoveya operasyona ji aliyê artêşa dagirkera tirk ê li dijî herêma Salara û Neqeba Bêgoza dabû destpêkirin, pevçûnên li vê herêmê hîn jî berdewam dikin. Di 10'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li Bêgozayê û sêgoşeya Salarayê bi cîh bibin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.

Di 10'ê Îlonê de di saet 16.30'an de jî li dijî yekîneyeke dijmin a xwestiye di navbera Sênala û neqeba Zînê bi cîh bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

Di 10'ê Îlonê de ji saet 15.30'an heta danê êvarî jili ser riya Oramar û Geverê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

Herweha di 11'ê Îlonê de (îroj) di saet 07.00'an de li Şikêrê Spî li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. “