Di pevçûnên Helebê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di pevçûnên Helebê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di pevçûnên Helebê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Pevçûnên li taxên Kurdan yên li bajarê Helebê didomin. Piştî êrîşên komên çeteyan li ser taxên kurdan bi berxwedaniya YPG hatin şikestin, komên çete tax dan ber topên hawana. Hate gotin ku, di pevçûnên duh yên di demjimêrên êvarê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û yek jî birîndar bû ye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komên çete ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya girêdayî Artêşa Azad êrîşên xwe yên li dijî taxên kurdan ku di 6’ê îlonê de dabû destpê kirine hêj didomin.
Di pevçûnên li taxên Şêxmeqsûd, Seken Şebabî, Eşrefiyê û Şiqêf ku piraniya wan Kurd lê dijîn ku ev 12 rojin didomin de, komên çete tang û hemû cûreyên çekên giran bikar tîne. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, duh di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Xelo û kurê wî Beşar Xelo jiyana xwe jidest dane û welatiyê bi navê Mihemed Mistefa jî birîndar bû ye.
Li dijî êrîşên Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya girêdayî Artêşa Azad, hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad bi hemû hêza xwe bersiva êrîşan didin û rê nadin komên çete pêş bikevin. Hate ragihandin ku, di pevçûnan de bi dehan komên çete hatine kuştin û gelek wesayîtên wan ên leşkerî jî hatine rûxandin.