Li Pirsûs, Dêrîk, Qoser, Wêranşar, Peyas, Êlih, Wan û Qelqeliyê çalakiyên Pencşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyên vê hefteyê de cezayê ji Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel re hat dayîn hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "137 heftene gelek rastî êrîşên dewletê yên sîstematîk û dadî tê. 137 hefteye gelek mexdurê zilimê û komkujiyane."
PIRSÛS
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiya Pêncşema Reş ya ku bi armanca serbestberdana siyasetmedarên Kurd her hefte tê lidarxistin, li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Xebatkarên şaredariyê, rêveberên BDP'ê, Wekîla Şaredar Hulya Demîr û endamên Meclîsa Şaredariyê tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Genel-Îş'ê Sadik Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku, 4 salin çalakiyên Pencşema Reş li dar dixin. Demîr anî ziman ku, AKP'ê ji bo xebatên şaredariyan asteng bikin operasyon li dar xistin. Demîr da zanîn ku, serê sibê Wekîlê Şaredar yê berê û alîkarên şaredar jî di nav de 9 kes hatin binavçavkirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî bi heman hincetê çalakî pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wêranşarê Mahmut Kaya, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Rihayê Nurî Çetîn daxuyanî xwend û diyar kir ku, heta hevalên wan serbest tên berdan dê çalakiyên wan bidomîn.
DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" û wêneyên Şaredar Çaglar Demîrel hatin hilgirtin. Ozbahçecî bi kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku, perwerdeya sala 2012-2013'yan bi qedexeya zimanê zikmakî destpê kir û wiha got: "Lê ciwanên Kurd û zarokên Kurd dibistanên weke navenda asîmîlsayonê boykot kirin. Daxwaza gelê me perwerdeya zimanê zikmakî ye. Ev daxwazekî miroviye." Ozbahçecî bertek nîşanî cezayê li Parlementera BDP'ê ya Sebahat Tuncel hatî dayîn dan.
Piştî daxuyanî çalakiya rûniştinê pêk hat.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, Wekîlê Şaredar Haşîm Baday, endamên KCD'ê MEYA-DER, MADAY-DER, KURDÎ-DER û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Nunerê Genel-Îş'ê yê Qoserê Şakîr Şahîn daxuyanî xwend û bertek nîşanî operasyona li navçeya Pirsûsê ya Rihayê pêk hat da û wiha got: "Li Pirsûsê di encama operasyona AKP'ê de 9 hevalên me hatin binçavkirin. Ev yekê tê wateya dê hikûmeta operasyonên siyasî bidomîne."
Piştî daxuyaniyên çalakiya rûniştinê pêk hat.