Nimêjên Înê yên Sivîl li Amed, Elih, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Wan, Mûş, Manîsa û Mûşê û navçeyan hate kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz da û binçavkirinên li Wanê şermezar kirin.
Li herêmê li gelek bajar û navçeyan Nimêjên Înê yên Sivîl hatin kirin. Li Amedê li Suka Binerd ya Selahattîn Eyyubî, Sêrtê li Garaja Şaredariyê, Sîlopiyê li qada ber BDP'ê, Farqînê li mala şînê, Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Êlihê li baxçeyê çayê yê şaredariyê, Riha li avahiya BDP'ê, Misircê li avahiya BDP'ê, Cizîrê di înşatê de, Milazgirtê li avahiya BDP'ê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê û gelek bajarên din bi hezaran welatiyan nimêjên Înê kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan.
Melayên di nimêjên dînê de bi kurdî weaz dan û diyar kirin ku her roj gelê Kurd tê qetilkirin û komkujiya Roboskiyê bi birxistin û wiha gotin: "Dawiya kuştina mirovan cehenneme." Melayan, bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erdogan ya komkujiya Roboskiyê û kurtajê wekî hev şiband dan û wiha axivîn:
"Kîjan Şeyhuslam ev fetva da te. Heq û batil diyare." Melayn bal kişandin ser operasyonên siyasî û leşkerî yên demên dawî û bertek nîşanî operasyona siyasî ya li Wanê pêk hat û Şaredarên Wanê hatin binçavkirin dan. Melayan, anîn ziman ku hêj salek bi ser erdheja Wanê derbas nebû şaredariyê hemû alîkarî ji welatiyan re birin hatin binçavkirin neheqiyekî gelek mezin e. Piştî weazen welatiyan nimêja înê kirin.
LI WANÊ LI DIJÎ BINÇAVKIRINAN BERTEK
Li Wanê bi sedan welatiyên li Parqa Şaredariyê hatin cem hev nimêja înê kirin. Ji ber Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û şaredarên naçveyan hatin binçavkirin welatiyên tevlî nimêjînên înê bûn gelek zêdebûn. Melayê teqawîbûyî Mustafa Çakan, binçavkirin şermezar kirin û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hewil dide ku bi binçavkirin û girtinan wan tepisîne û vîna wan destser bike. Çakan, anî ziman ku di serî de ola îslamê tu ol vê yekê qebûl nakin. Çakan, xwest ku hikûmeta AKP’ê zextên li ser gelê kurd rawestîn e û wiha got: "Şaredarên dengên bi deh hezaran girtin û ji bilî xizmetê tu karê wan tuneyî û vina wan a siyasî hate binçavkirin nayê qebûlkirin. Ev di olê de û exlaqî jî guneh e û şerm e. Divê demildest şaredariyên hatin binçavkirin serbest bên berdan." Piştî weazê nimêja înê hate kirin.
LI TURGUTLU PEYAMA BERXWEDANÊ
Rêxistina BDP'ê ya Turgutluyê jî bi tevlîbûna gelek kesan nimêja înê hate kirin. Mela Şukru di weaza di nimêjê de li ser mijara ''Zilm û yekîtiyê" rawestiya û wiha got: ''Di huzura xwedê de herî şerma mezin zilm û zalimtî ye. Kesê zalim be biçe hecê û nimêj jî bike ji wê şermê xelasnabe. Kesên li cem zalîm jî tevkarên wê şerêmê ne." Piştî weazê nimêj hate kirin.