Di nimêja înê de operasyon û tecrîd hatin şermezarkirin

Di nimêja înê de operasyon û tecrîd hatin şermezarkirin

Di çarçoveya çalakiya nimêja bê dewlet ku her hefteyê tê li dar dixin de, bi hezaran kes derketin kolanan û nimêj kirin. Di çalakiya nimêja înê de bi hezaran kesan polîtîkayên AKP'ê yên şer şermezar kirin û ji bo şehîdên çapemeniyê dua xwendin.

Her hefte bi hezaran Kurd derdikevin kolanan û nimêja înê ya bê dewlet dikin. Vê hefteyê jî dîsa bi heman armancê bi hezaran Kurd, li Colemêrg, Wan, Mûş, Mêrsîn, Manîsa, Amed, Sêrt, Êlih û Şirnexê derketin kolanan û li cihê her hefteyê nimêjên înê kirin. Li Colemêrgê li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê, li Wanê li Otoparka Şaredariyê, li navçeya Gimgimê û Melezgirtê yên Mûşê, li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, li salona konferansê ya avahiya Apê Mûsa ya BDP'ê, li Manîsayê jî bi hezaran kes li Tesisên Guneşê ya taxa Guneşê, li Amedê li Qada Deriyê Çiyê, Li Sêrtê li Parka Şaredariyê li Êlihê li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê, li Cizîre bi tevlêbûna 2 hezar kesan li Parka Şaredariyê, Li Sîlopiyê bi hezaran kesan li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Bîsmîlê li Parka Halîl Îbrahim Oruç bi tevlêbûna sedan kesan nimêj hate kirin.

Di çalakiyên nimêja înê de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsên şaredariyan, nûnerên saziyên sivîl yên civakî, melayên Kurd û bi hezaran welati amade bûn. Melayên ku li pêş civakê nimêj kirin bi Kurdî weaz xwendin. Melayan di nimêja înê de operasyonên siyasî û leşkerî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û polîtîkayên şer yên AKP'ê şermezar kirin. Bi hezaran kesên ku tevlî çalakiyên nimêja înê bûn, ji bo şehîdên çapemeniyê û Apo Mûsa dua kirin.