Di navbera Îran û DYA’yê de peymana pevguhertina girtiyan

Îranê ragihand ku li hember berdana girtiyên Emerîkî yên li girtîgeha Êvîn a Tehranê, li ser berdana girtiyên îranî yên li Emerîkayê li hevkirin çêbûye.

Li gor nûçeya ajansa Îrna ku xwe dispêre çavkaniyeke zanyar, “5 girtiyên Îranî yên li DYA’yê û 5 girtiyên Emerîkayê yên li Îranê dê bên pevguhertin.”

Siyamak Namazî, Emad Şerqî, Morad Tahbaz û girtiyek din ê ku navê wî nehate zanîn ku bi eslê xwe Îranîn e lê hemwelatiyên Emerîkayê ne, roja Pêncşemê ji girtîgeha Êvînê derketin û sewqî hepsa malê kirin. Hat ragihandin ku serbestberdana girtiyek din ê Emerîkî beşek ji muzakereyan e. Girtiyê 5’emîn ê mijara gotinê ye, çend hefte berê derbasî hepsa malê hatibû kirin. Ajansa Irna, qala misyona Îran ya li NY’yê kir û ev agahî piştrast kir.

Hemû welatiyên Emerîkayê yên hatine girtin bi eslê xwe Îranî ne. Li aliyê din Îran hemwelatîbûna dualî nas nake û ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an û vir ve têkiliyên dîplomatîk bi Emerîkayê re çênekiriye.

Ev lihevkirin piştî danûstandinên veşartî yên demek dirêj di navbera Îran û Emerîka de pêk hat. Îranê di meha Hezîranê de piştrast kir ku ew bi navbeynkariya Umman bi Emerîka re di danûstandinên neyekser de ye.

Li gorî çavkaniyek nêzî kesên hevdîtin dikin, muzakere li ser 6 milyar dolarên Îranê ku li Koreya Başûr hatine cemidandin û ji bo hesabekî taybet li Qeterê hatiye şandin sekiniye. Îran ragihand ku fonên ku rêdikin Qeterê tenê ji bo alîkariyên însanî yên wekî xwarin û dermanan dikarin bikar bînin.

Li gorî Irna, "miqdarên girîng ên fonên Îranê yên li banka Iraqî TBI" jî dikarin werin veguheztin. Ajansê herwiha destpêkirina proseya veguhestina pereyên Îranê yên ku di bankeke Ewropî de hatine cemidandin, ragihand.

Ajansa fermî ya nûçeyan Irna li ser zarê çavkaniyeke agahdar ragihand ku "guhertina girtiyan pêk nayê heta ku pereyên ku hatine berdan li ser hesabên ku ji aliyê Îranê ve hatine destnîşankirin neyên razandin."

Dezgeha dadwerî ya Îranê ragihandibû ku di Tebaxa 2022’yan de, bi dehan kesên Îranî, di nav wan de Reza Serhengpûr û Kambiz Attar Kaşanî, bi tometa “binpêkirina cezayên Emerîkayê” li dijî Tehranê, hatine girtin.