Di meşa Hannover a ‘Hevgirtin’ê de piştgiriya ji Kobanê re
Di meşa Hannover a ‘Hevgirtin’ê de piştgiriya ji Kobanê re
Di meşa Hannover a ‘Hevgirtin’ê de piştgiriya ji Kobanê re

Li bajarê Hannover ji bo salvegera her du Elmanyayan ku pîrozbahî tên lidarxistin bi meşeke alternatîf berxwedana Kobanê hat destekkirin. Di meşa ku bi dehezaran beşdar bûn daxuyaniyek hat xwendin û êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin.
Bi wesîleya salvegera her du Elmanya gihiştine hevdu her sal li eyaletekê pîrozbahî tên lidarxistin. Navenda pîrozbahiyên îsal eyaleta Saksonyaya Jêr e. Serokkomar Joachîm Gauck û Serokwezîr Angela Merkel jî ku beşdarî pîrozbahiyên îsal bû, li Hannover îro meşeke alternatîf hat lidarxistin.
Di meşa ku ji aliyê 50 komên çep-sosyalîst û antîfaşîst hat organîzekirin polîtîkayên aborî û civakî yên Elmanya hatin şermezarkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya (NAV-DEM) û pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk destek dan meşê.

DI MEŞÊ DE BI HEZARAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Li cihê meşê ku ji dehezaran zêdetir kes beşdar bûn, daxuyaniya hevpar a NAV-DEM, FÊK, YXK û Ciwanên Azad hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ Kobanê dorpêç kirine û her deqeya diçe krîtîk e. Banga hestyariyê li raya giştî ya Elman hat kirin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hatin hildan. Her wiha bi hezaran belovekên ku têde behsa rewşa Kobanê dike hatin belavkirin.
