Di medyaya civakî de kampanyayê Deste nede wekîla/ê min

Di medyaya civakî de kampanyayê Deste nede wekîla/ê min

Nerazîbûnên li hemberî hewldan û gotûbêjin “Bila mafê destnedanê yê wekîlên BDP’ê rabe” berdewam dikin. Di medyaya civakî de kampanyaya îmzeyan a bi navê “Dest nede wekîla/ê min” hate destkirin.

Di kampanyaya li ser "http://vekilimedokunma.blogspot.com" tê meşandin de tê diayrkirin ku tu kesek nikare partiyek ku 3 milyon deng girtiye û vîna ewqas mirovan temsîl dike tune bihesibîne. Di daxuyaniya kampanyayê de tê gotin ku daxwazên Kurdan bi zextan nikarin bê çewişandin.