Di Komkujiya Parîsê ya Duyemîn de şopa Enqereyê

Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku di komkujiya Parîsê de tenê berjewendiyên Enqereyê hene û got, "Enqere ku her devera Kurd lê ne ji xwe re weke qada şer dibîne, bi biryar e ku stratejiya 'tepisandina raperînê' derbasî sala 2023'an bike."

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Kurkçu diyar kir ku di êrîşa çekdarî de ya li Parîsê, tenê berjewendiyên Enqereyê hene û got, "Nîşaneya wê yekê ye; Enqere ya ku her devera Kurd lê ne ji bo xwe weke qada şer dibîne, 'stratejiya xwe ya nijadperest a 'tepisandina raperîn' di sala 2023'an de jî bimeşîne."

Kurkçu qetilkirina 3 mirovan û helwesta Enqereyê ya têkildarî komkujiya li Enqereyê nirxand û got, "Enqere demeke dirêj bêdeng ma û li benda îfadeya destpêkê ya êrîşkar sekinî. Hêviya 'yek ji êrîşên nijadperest ên her carê' ya Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê û îfadeya destpêkê ya êrîşkar ku li medyayê hate weşandin, bi dilê Enqereyê bû. Ji xwe gotina 'ez nijadperest im, ji ber ku nijadperest im, min kuşt' a êrîşkar, bêhn anî ber desthilatdariya li Enqereyê. Lê belê piştî du rojan got 'Min zanîbûn ew Kurd in û ji bo li Kurdan bixim, min êrîş kir'. Meqamên Parîsê jî ji bo cidiyeta rewşê binixumîne êrîşkar tavilê xiste 'timarxaneyê'. Diyar e bi destwerdaneke hîn ji jorê ve ji nû ve hate girtin."

Kurkçu diyar kir ku 'bersûcekî terorê' heye ku ku êdî têkiliya xwe ya bi Enqereyê re wê bê lêkolîn û nirxandina xwe wiha dewam kir: "Marine Le Pen bi xwe jî komkujî şermezar kir, ku ev yek nîşan dide bê îmaja giştî ya Kurdan li nava civaka Fransayê çawa ye. Kurd ne civakeke welê ye ku di nijadperestî û siyaseta Fransayê ya têkildarî koçberan de derdikevin pêş, Kurd ne civakeke welê ye ku bi civaka Fransayê re ji aliyê çandî û civakî ve şer bike. Ev cînayet tenê li berjewendiyên nijadperestên Tirk ên li Enqereyê tê. Hem provokasyona bozkûrtan (nijadperestên Tirk) a di dema xwepêşandana girseyî ya Şemiyê li Parîsê, hem hewldanên Wezîrê Parastinê yê mafdarnîşandana provokatoran û hewldana reşkirina bi deh hezaran kesên herikîn qadan, nîşan dide ku bloka AKP-MHP'ê di qada poerasyonê ya komkujiya Parîsê ya duyemîn de cih digire."

'ERDOGAN JI CPT DIXWAZE KU DI MIJARA OCALAN DE BÊDENG BIMÎNE'

Ertûgrûl Kurkçu tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser mijarê nirxand û got, "NATO û Yekîtiya Ewropa pêwîstiya xwe bi herêmeke tampon a di navbera Rûsya û dewletên Rojavayî de heye: Vaye rejîma Erdogan. Nobedarekî li ber derî lazim e ku pêla koçberiyê ya ji başûr ber bi Yekîtiya Ewropayê ve çêbû, karibe li ber Deriyê Ewropayê bisekinîne. Vaye rejîma Erdogan. Pêwîstiya Rojava heye ku hem ambargoyê li ser Rûsyayê bixe meriyetê hem jî genimê Ûkraynayê di ser Derya Reş re bigihîne bazara cîhanê. Vaye rejîma Erdogan. Ji bo NATO karibe Skandînavyayê tevlî nava xwe bike, pêwîstî bi erêkirina Tirkiyeyê heye: Vaye rejîma Erdogan. CPT mîna sîsmografekê nîşan dide ku asta potansiyela rageşiyê ya dewletên Ewropayê bi Tirkiyeyê re çiqasî ketiye.  Ji ber ku diyar e, Erdogan ji CPT dixwaze di mijara Ocalan de bêdeng bimîne. Heta ku Konseya Ewropayê li pişt be, divê mirov ne li bendê be ku CPT bi tena serê xwe li ber Tirkiyeyê rabe."

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA WEKÎLÊN HDP'Î ÇALAKIYEKE BI RÛMET E

Kurkçu têkoşîna ji bo pêkanîna hevdîtina parêzeran û malbatan a bi Îmraliyê re têkoşîneke ji bo maf e.

Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku çalakiya wekîlên HDP'ê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan a li ber Wezareta Edaletê çalakiyeke girîng û pêwîst e û got, "Dema ku rejîmê tecrîd li ser Abdullah Ocalan ferz kir ku ji milyonan mirovî tecrîd bike, hingî wekîlên ji aliyê gelê Kurd ve ji meclîsê re hatine şandin, bêguman divê vê 'êşkenceyê' bixin rojeva Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan welatiyê Komara Tirkiyeyê ye, lewma parastina vî mafê wî ne tenê wezîfeya wekîlên HDP'ê ye, divê wezîfeya her endamekî meclîsê bûya. Ji ber ku meclîs ji zûdeyî dev ji xwe berdaye, bêguman hem parastina mafê Ocalan hem jî li gorî sonda 'divê her kes ji mafên mirovan û azadiya bingehîn sûdê werbigire' berpirsyariya wekîlên HDP'yî ye. Wekîlên bi rûmet bi vî rengî dikin."