Di komkujiya Parîsê de daneyên nû
Di komkujiya Parîsê de daneyên nû
Di komkujiya Parîsê de daneyên nû
Kovara Express a Fransî, der barê qetilkirina sê siyasetmedarên kurd ya li Parîsê de diyar kir ku lêpirsîn bi lez û bez dimeş û got: “Gumanên derbarê Omer Guney de bi daneyan, bi hêztir dibe. Ev jî tespîta ku ev di zemîna sîxurtiyê de cînayeteke siyasiye, zêdetir dike.
Di lêpirsîna cînayeta Parîsê de li gorî belgeyê nû tê gotin ku pêşveçûn heye û aliyê lêpirsînê Tirkiyeyê nîşan die û piştî nûçeya 15’ê Kanûnê ya ANF’ê de, kovara Express jî diyar kir ku di lêpirsînê de pêşveçûnek heye.
Di nûçeya bi îmzeya Erîc Pelletîer de hat gotin ku li gorî daneyên nû gumanên der barê kujer Omer Guney de bi hêztir bûne û ev jî tespîta ku di zemîna sixûrtiyê de cînayete siyasî bi hêztir dike.
Di laboratuvareke polîsan ya li Ecully de lêkolîn hatin kirin û hat gotin ku wêneyên ji hefizeya telefona Omer Guney hatibûn paqij şûnde vegerandine û hat diyar kirin ku ev wêne jî agahiyên endamtî û ketina wî ya komelaya Vîllîrs-le Bel derdixe holê. Kovarê got; “saet di navbera 04.30 û 05.30’an de forma 329 endamî hatiye kişandin. (...) bi mifteya zêde ya di destê wî de ketiye hundir.
Li gorî kovarê Omer Guney ev wêne qebûl kiriye lê îdia kiriye ku bi talîmata PKK’ê ev pêk aniye.
NÎJADPERESTÊ TIRK
Express aliyê lêpirsînê yê Almanyayê jî wiha nivîsî: “Li gorî îfadeyên hinek kesên Munîhê ev kes, kesekî bê zirar didin nasÎn. Li gorî wan Omer Guney ji tezên alîgiriya xweseriyê (otonomîst) pir dur e. Berovajî vê bi nêzîkatiya xwe ya MHP’ê tê zanîn. Her wiha bi hezkirina wî ya ala tirk û Galatasarayê jî nas dikin.
5 TELEFON, DU HEB WENDANE
Kovarê da zanîn ku kesên lêpirsînê dimeşînin hatin û çûna Omer Guney ya Tirkiyeyê lêpirsîn dikin û got gera xwe ya dawî di dawiya meha kanûna 2012’an de pêk aniye. Kovarê wiha got: “Ya balkêş hevdîtinên telefonê yê bi Tirkiyeyê re ye. 5 telefon hatin tespîtkirin. Lê hêj du heb wendane. Guney ji numareyên ‘atîpîk’ re bi dehan peyam şandine. Ev ‘numareyên teknîk’ nîşan dide.
Di 15’ê Kanûnê de di mulakata ku di ANF’ê de hat weşandin de parêzerê xizmên her sê jinên kurd AntoÎne Comte diyar kir ku di lêpirsÎnê de pêşveçûnên girîng hene û ev jî Tirkiyeyê nîşan didin.