Vê hefteyê li Tirkiyeyê, 4 dozên cûda yên ku tabloya azadiya çapemeniyê derxîne holê dê bên dîtin. Platforma rojnamevanên girtî, ji bo dozen derbarê rojnamevana de hatî vekirin banga hîstiyarî kir.
Di hefteyekê de dê 4 dozên derbarê rojnamevanan bêne dîtin. Dê di 6’ê Îlonê de doza ku koordînatorê Giştî yê Weşana rojnameya Atilimê Sedat Şenoglû, nivîskarê rojnameya Atilim Bayram Namaz û koordînatora giştî yê weşanên Ozgur Radyo Fusun Erdogan ku 6 sale girtîne, li 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bê dîtin. Di navbera rojên 10 û 14’ê Îlonê de jî operasyonên ku li ser saziyên çapemeniya Kurd yên di bin navê “KCK”ê de hatin kirin, doza 36 jê girtî bi giştî 44 rojnamevan jî dê li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bê dîtin.
Dîsan jî 12’ê Îlonê doza berdevkê Platforma Piştgiriya Rojnamevanên Girştî Necatî Abay ku 9 sale serbest li 9’mîn Dadgeha Ceza ya Dadgeha Bilind ya Enqereyê tê darezandin û 18 sal 9 meh cezayê girtî gehê lê hatî birîn, midûra karê nivîsa ya rojnameya Atilimê Hatîce Dûman ku 9 sale girtî û cezayê muebetê girtî dê biryara dawî bête dayîn. Di 14’ê Îlonê de jî doza Oda Tv ya ku Ahmet Şik, Nedîm Şener, Soner Yalçin, Dogan Yurdakul, Bariş Pehlîvan, Bariş Terkoglû li 16’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dihatin darezandin dê bê dîtin.
Platforma Piştgiriya Rojnamevanên Girtî ji bo astengiyên li pêşiya azadiya fikir û çapemeniyê rabin banga li tevlîbûna dozan kir û xwest li hember dozan hîstiyar bin.