Di êrîşên li Iraqê de hêjmara miriyan giha 27’an

Di êrîşên li Iraqê de hêjmara miriyan giha 27’an

Li bajarên cûda yên Iraqê di 10 êrîşên cûda yên bombeyî yên li dijî polîs û leşkeran de hêjmara miryan giha 27’an.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Iraqê dayî aşkera kirin ku, li Kerkûkê du êrîşên cûda rû dan. Êrîşa yekem li herêma Keyvan ya 15 kîlometreyan dûrî Kerkûk rû da. Li vê derê li dijî berendamên polîsên serlêdana kar li ber avahiya Şirketa Petrola Bakûr ya aydê dewletê dikirin, bi wesayîta tejî teqemenî êrîş pêkhat û herî kêm 8 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Duzxurmatê ya 90 kîlometreyan dûrî Kerkûkê jî di êrîşa bi du wesayîtên tejî teqemenî de 4 kes mirin, nêzî 20 kesan jî birîndar bûn.

Li paytext Bexdayê jî li dijî noqteya kontrolê ya leşkeran êrîşa çekdarî û bombeyî pêkhat. Di êrîşê de herî kêm 13 leşker mirin.

Her wiha di teqîna li nêzî balyozxaneya Fransa ya li bajarê Nasiriyê jî 2 kes mirin. Hate ragihandin ku, teqîn ji ber sedema wesayîta tejî teqemenî pêkhatiye.

Rayedaran ragihand ku, li tevahiya welat herî kêm 10 êrîşên bombeyî rû dan, hate diyarkirin ku di êrîşan de ji 100’an zêdetir kes birîndar bûn.