Di êrîşa li Helebê de 16 Kurd û 2 Ereb jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa li Helebê de 16 Kurd û 2 Ereb jiyana xwe ji dest dan

Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, hejmara kesên di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyeyê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 18’yan. Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 16 kes kurd in, 2 kes jî ereb in

Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê, di saetên êvarê de derdora Mizgefta Maruf a Taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên bi navê Henan û Ebdîn ên li Taxa Eşrefiyê. Hate ragihandin ku ji kesên birîndar 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Ji 45 kesên birîndar jî rewşa 6 kesan giran e.

Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 16 kes kurd in, 2 kes jî ereb in. Ji kurdên ku jiyana xwe ji dest dane 14 kes ji Efrînê, 2 jî ji Kobanê ne.