Ji ber êrîşa polîsên Tirk parlementerê HDP’ê Eksîk emeliyat bû
Li Gevera Colemêrgê roja Yekşemê çalakiyeke protestoyê hatibû kirin. Polîsan di vê çalakiyê de êrîşî parlementerê HDP’ê Habîb Eksîk kiribûn. Eksîk ji ber vê êrîşê ji lingê emeliyat bû.
Li Gevera Colemêrgê roja Yekşemê çalakiyeke protestoyê hatibû kirin. Polîsan di vê çalakiyê de êrîşî parlementerê HDP’ê Habîb Eksîk kiribûn. Eksîk ji ber vê êrîşê ji lingê emeliyat bû.
Di çalakiya protestoyê de komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû şermezarkirin. Polîsan êrîşeke mezin biribûn ser çalakiyê.
Polîsên êrîşî parlementerê HDP’ê Habîk Eksîk kiribûn. Di vê êrîşê de lingê Eksîk şikestibû.
Di heman rojê de Eksîk birin Enqereyê û vê sibehê emeliyat bû. Hate diyarkirin wê heta demekê Eksîk li nexweşxaneyê bimîne.