Di êrîşa duh a li Stenbolê de 4 jê giran 12 kes birîndar bûn

Di êrîşa duh a li Stenbolê de 4 jê giran 12 kes birîndar bûn

Li Stenbolê, Elîf Çelmîk a ji ber destwerdana polîsan li mîtînga bajêr krîz dil derbas kir, di servîsa lezgîn de tê ragirtin. Di êrîşa polîsan de 4 jê giran 12 kes birîndar bûn. 2 ji birîndaran rojnamevan in.

Di mîtînga duh a li Kadikoyê ya bi beşdariya deh hezar mirovan de, Elîf Çelmîş a 64 salî, ku ji ber êrîşa bi gaza îsotê krîza dil derbas kir û dûre bi destwerdana tibbî dilê wê ji nû ve lê da, li unîteya lezgîn a Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîng û Dil a Siyamî Ersek tê ragirtin.

Hat ragihandin ku di êrîşa polîsan de kesek ji ber fîşeka plasîk a polîsan ji çavê xwe birîndar bûye û tevî rojnamevan Elçîn Yildiral gelek kes jî ji ber kapsula gazê birîndar bûne.

Hat hînbûn ku nûçegihana kovara Ozgur Gelecek Songul Araç jî ji ber fîşeka plastîk a poLîsan birîndar bû. Fîşeka plastîk bi şansê li berçavaka Araç ket. Lê belê ji ber camên berçavkê bi çavê wê re çûne, birînek xedar vebû. Araç ku rakirin nexweşxaneyê, du kêl avêtin çavê wê. Kovara Ozgur Gelecek ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Araç baş e.