Rûniştina doza rojnamevanên Kurd a ku li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê pêk hat, ji ber dîwana dadgehê xwest salonê vala bike, krîz derket. Ji ber krîzê navber dan rûniştina dozê.
Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro dest pê dike. 44 rojnamevanên Kurd di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de di 20’ê berfanbara 2011 de hatibûn binçavkirin. Di rûniştina dozê ya ku îro li Çaglayanê dest pê kir, parêzer û malbat beşdar bûn.
Li gel xizmên rojnamevanên girtî, ji beriya rûniştinê ji bo piştgirî bidin kedkarên çapemeniya azad Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP’ê Sirr Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Mulkiye Bîrtane, Hasîp Kaplan, Halîl Aksoy, Prof.Dr. Buşra Ersanli, Parlementerê CHP’ê Îlhan Cîhaner jî heyî bi sedan kes hatin ber edliyeyê. Rojnamevanên weke Yildirim Turker, Ahmet Şik, Nûray Mert û Berrîn Karakaş jî jib o piştgirî dayîna hempîşeyên xwe li wir bûn. Piştî daxuyaniya Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û şandeya ji Elmanyayê ji bo şopandina dozê hatî, girtin salona rûniştinê ya girseyê.
Piştî ku parêzer di salonê de li ser lingan man, Serokê Dadgehê Alî Alçik xwest salonê vala bikin. Ji ber vê jî dengê protestoyê ji salonê bilind bû. Girtî û beşdarên di salanê de rabûn ser lingan û dirûşima “Hûn nikar çapemeniya Azad bê deng bikin” qêriyan. Dîwana dadgehê ji salonê derket. Di salonê de di navbera polîs û beşdaran de alozî çêbû. Rojnamevanên girtî ji salonê hatin derxistin. Rojnamevanên girtî bi dirûşiman hatin oxirkirin.
Dadgehê navber da dozê. Dozê dê demjimêr di 13.00 de berdewam bike.