Di roja duwem ya doza çapemeniya azad ya li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê de mafê axaftinê nedan Prz. Baran Dogan. Biryara heyeta dadgehê biçepikan hate protesto kirin û navber dan rûniştinê.
Di roja duwem ya doza çapemeniya azad ku 36 girtî bigiştî 44 rojnamevan têne darezandin de daxwaza axaftinê ya parêzeran didome. Di beşa duwem ya rûniştina piştî nîvro de Parêzer Baran Dogan di derbarê isûl de daxwaza axaftinê kir. Lê belê serokê heyeta dadgehê Alî Alçik, da diyarkirin ku Dogan duh du caran axiviye û got; “Ez mafê axaftinê nadim.” Parêzerên din jî îtîraza biryarê kir û diyarkirin ku, hemû parêzeran kar parvekirine, di derbarê bêisuliyên di îdîanameyê de cûda cûda xwe amadekirine. Parêzerên ku li ser mafê axaftinê nedayîna Dogan bertek nîşandan, Alçik got “dadgehê nexetimînin” ji aliyê kesên di salonê de biçepikan hate protesto kirin.
Navber dane rûniştinê û parêzeran anî ziman ku, dadgeh hewil dide ku rewşê zortir bike.