Îdîanameya ku derheqê Mehmet Altûn û endamên malbatên Keleş û Çalik ku ew sorkiribûn yên li navçeya Meram a Konyayê 7 endamên malbata Dedeogûllari yên ji Qersê bi şeklekî nijadperestane qetilkiribûn, ji aliyê 4’mîn Dadgeha Cea Giran a Konyayê hat qebûlkirin.
Dadgehê yê îdîaname pejirandibû biriyara berdana bi şertê kontrola edlî yê endamên malbatên Keleş û Çalik Velî Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Alî Çalik û Alî Keleş ku xizmên kiryar Mehmet Altûn in û bûn sedemê bûyerê de hebû û dihatin darizandin da.
4 kiryarên ji malbatên Keleş û Çalik ji girtîgehê hatin berdan, Alî Keleş jî di çarçoveya doza li ser wî yê derbarê êrişa nijadperest ya di 12’ê Gulanê li hemberî malbata Dedeogûllari pêkanîbû hatibû amadekirin û îdîanameya li ser wî pêşkêşî 8’mîn Dadgeha Ceza Giran a Konyayê hatibû kirin, ji ber ku girtiye lewma ji girtîgehê nehat berdan.