Di Doza Kobanê de ‘wesfê sûc’ dibe ku biguhere

Dadgehê diyar kir ku îdiayên li ser siyasetmedaran ‘’endamtiya rêxistinê’’ û ‘’rêveberî’’ ne lê bi îdiaya ‘’xerakirina yekitî û tevahiya welat’’ doz li wan hatiye kirin, ji ber guherbariya wesfê sûc biryara xwestina parastinê ji siyasetmedaran cardin, da.

Dadgehê têkildarê rûniştina 29’emîn a Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin, biryara navberê da. Dadgehê di biryara xwe ya navberê de, nirxandina daxwaza siyasetmedaran ku kompîtur bi destê wan nakeve kir û qebûl kir ku ji bo hêsankirina xwegihandina kompîturê nivîs rêveberiyên girtîgehan re bê şandin. Siyasetmedar Beyza Ustun ku tê darizandin, xwest ku gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên têkildarê dozê û gotinên wî yên gava berzbûna dirûşmeya ‘Bidarvekirina ji bo Demîrtaş’ li dosyeyê bên zêdekirin. Dadgehê nirxandina daxwazê kir û bi boneya ku wê ‘’tu tevkariyeke wê li rastiya madî nebe’’ û ne têkildarê dozê ye, red kir.

Dadgehê her wiha, daxwaza vekolîna ku têkildarê Danezana Lijneya Giştî ya Asayî ya 5’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bûye mijara sûc, tu lêpirsîn heye ya na; têkildarê bûyerên wek ‘’Bûyerên Aydinê’’ di nav dosyeyê de ne û bi Beyza Ustunê ve tên girêdan, ger biryarek hebe, xwestina dana serî li Dadgeha Makezagonê jî red kir.

PÊŞNIYAZNAME HATIN REDKIRIN

Dadgehê nirxandina daxwaza zêdekirina li dosyeyê ya biryara redkirina ji bo peşniyaznameyên HDP’ê ku ji bo vekolîna li ser çalakiyên Kobanê dane Meclisê, kir û biryar da ku ev xusûs xebata Meclisê ye, ji lew ma ne hewce ye ku li dosyeyê bê zêdekirin.

 ‘LI DIJÎ ÎHTIMALA GUHERÎNA WESFÊ SÛC’

Dadgehê biryareke din a balkêş da. Dadgehê diyar ku ji ber îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê sala 2020’an amade kiriye, têkildarê siyasetmedarên tên darizandin îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ û ‘’rêveberiya rêxistinê’’ lê bi îdiaya ‘’xerakirina yekitî û tevahiya welêt’’ doz li siyasetmedaran hatiye kirin û ji ber îhtimala guherîna wesfê sûc divê mafekê parastinê yê din ji bo siyasetmedaran bê dayîn.

Dadgeha da xuyakirin ku siyasetmedar bixwazin parastineke din di der heqê esasê dozê de bikin, wê daxwaza wan bê qebûlkirin lê wê li ser parastina siyasetmedarên hêj parastina xwe nekiriye jî di vê çarçoveyê de bê sekinandin.

Dadgehê her wiha biryar da ku wê rewşa girtîbûnê ya siyasetmedarên girtî roja 18’ê Tebaxê ji nû ve bide ber çavan.