Di Doza Kobanê de daxwaza dewamkirina li dîlgirtinê
Dozger, di rûniştina Doza Kobanê de, cardin xwest ku li dîlgirtina siyasetmedaran bê dewamkirin.
Dozger, di rûniştina Doza Kobanê de, cardin xwest ku li dîlgirtina siyasetmedaran bê dewamkirin.
Rûniştina 5’emîn a danişîna 20’emîn a Doza Kobanê ku 17 jê girtî bi tevahî 108 kes tên darizandin, li Salona Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin. Rûniştina ji aliyê şandeya Dadgeha Cezayên Giran a 22’yemîn a Enqereyê ve hat birêvebirin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîwaz (OHD) tev lê bûn.
Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de girtî, tev li rûniştinê nebûn, siyasetmedarên di girtîgehên din de jî bi rêya SEGBÎS’ê tev lê bûn. Siyasetmedaran parastina xwe nekir. Dozgeriyê, mitaleya xwe pêşkêş kir. Dozger, cardin got ku bila siyasetmedar ragirtî bimînin.
Siyasetmedaran diyar kir ku ew ê li dijî mitalayê roja Pêncşemê parastina xwe bikin û li ser daxwaza siyasetmedaran danişîn taloqê roja Pêncşemê hat kirin.