Di Doza JÎTEM'ê ya Enqerê de Agar wê dîsa were darizandin

Biryara beraatê ya bi hinceta bihurîna demê ya Doza JÎTEM'ê, rêxistina sûc ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî avakirin, hate xirakirin. Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirk Mehmet Agar û bersûcên din wê dîsa bêne darizandin.

Doza di navbeyna salên 1993-1996'an de têkilî 19 kesên ku li Enqerê û derdora wê bi darê zorê hatine nebedîkirin û înfakzirin, hatibû vekirin.

Danişîna biryarê ya doza ku weke ''Doza JÎTEM'ê ya Enqerê'' tê zanîn li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Enqerê hatibû dîtin û biryara bereatê hatibû dayin.

Daîreya Cezayê ya 1'ê ya Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Enqerê ev biryar xira kir û birar li ser da ku Agar û bersûcên din ji nû ve bêne dariznadin. Hate goitn ev biryar 5'ê Nîsanê hatiye standin û vê yekşemê biryar gihandine ber destê parêzeran.

Di dosyaya dozê de kuştina Namik Erdogan, Metîn Vural, Recep Kuzucu, Behçet Cantruk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adanan Yildirim, Ismaîl Karaalioglu, Yusuf Ekîncî, Omer Lutfî Topal, Hikmek Babataş, Medet Serhat, Feyzî Aslan, Lazem Esmaeili (Îranî), Asker Smitko (Îranî), Tarik Umît, Salih Aslan û Faîk Candan heye.