Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

Derbarê Hevsreokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi îdîaya ‘heqeret li serokkomar’ kiriye doz hatibû vekirin. Di rûniştina dozê de bi heman îdîayê cezayê girtîgehê hat dayîn.

Rûniştina dawî ya dozê li Dadgeha Cezayê ya 14’emîn a Mêrsînê hate lidar xistin. Siyasetmedarê Kurd Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye tevlî rûniştinê nebû; parêzerên wî amade bûn.

Parêzeran, ji bo parastinê daxwaza demê kirin û diyar kirin ku ji ber daxwazên ku di rûniştina berê de hatine kirin, ew nekarîne parastina xwe amade bikin. Lê dadger ev daxwaz red kir.

Parêzeran, jî diyar kirin ku mafê parastina adilane hatiye binpêkirin daxwaza redkirina dadger kirin. Dadgehê ev daxwaz û daxwaza Demîrtaş a tevlîbûna rûniştinê ji ber sedemên ewlehiyê red kir.

Piştî axaftina parêzeran, dadgehê bi îdîaya ‘heqeret li serokkomariyê’ salek, 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da Demîrtaş.