Di doza HDP’ê de heta 12 salan cezayên girtîgehê hatin birîn
Der barê siyasetmedarên Kurd ên ku di 12’ê Kanûna 2016’an de di operasyona qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê hatibûn destgîrkirin, ji 6 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê hate dayîn.
Der barê siyasetmedarên Kurd ên ku di 12’ê Kanûna 2016’an de di operasyona qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê hatibûn destgîrkirin, ji 6 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê hate dayîn.
Di rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ên ku di 12’ê Kanûnê de di encama serdegirtinên li ser avahiya HDP’ê ya Stenbolê de rêveberên bajêr hatibûn destgîrkirin, biryar hate dayîn.
Doz li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbol Çagliyanê hate dîtin. Di dozê de Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de bi giştî 76 sal û 4 meh û 13 roj ceza li siyasetmedarên Kurd hate birîn.
Di 12’ê Kanûna 2016’an de li Stenbolê di encama serdegirtinên li ser avahiya HDP’ê û malên rêveberan de gelek siyasetmedarên Kurd hatibûn destgîkirin û ji aliyê polîsan ve li avahiya HDP’ê nivîsa, “Em hatin, hûn tinebûn” hatibû nivîsandin. Hin siyasetmedarên Kurd ên ku hatin destgîrkirin, piştî demekê hatibûn berdan.