Di doza ciwanên Kurd de 6 tahliye

Di doza ciwanên Kurd de 6 tahliye

Di rûniştina 31 jê girtî 72 xwendekarên Kurd de bi îdîaya "endamê parastina cewherî ne" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hate dîtin bi dawî bû. Rûniştina doza 72 xwendekaran taloqî 19'ê kanûnê bû û 6 kes serbest hatin berdan.

Rûniştina doza 31 jê girtî 72 xwendekarên endamên DYG'ê yên Meclîsa Ciwanan yên BDP'ê yên bi îdîaya "Endamên yekîneyên hêzên parastina rewa ne" tên darezandin li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê hate dîtin. Berî dozê rêxistinên sivîl yên civakî li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di rûniştina dozê de parêzerên girtiyan û xizmên girtiyan amade bûn. Xwendekaran di parastina xwe de daxwaza xwe ya parastina zimanê Kurdî anîn ziman. Dema nasnameya xwendekaran hate xwendin, xwendikaran gotin 'Ez li virim"

Piştî parêzeran parastin kir, heyeta dadgehê derbarê birayê gêrîlayê HPG'ê Mensur Guzel Şeyma Guzel, Mevlût Şeyhun, Mehmet Aslan, Mehmet Zekî Saygun, Esra Cebe, Mahîr Arat de biryara berdanê da. Heyetê doz taloqî 19'ê kanûnê kir.