Di doza Çapemeniya Azad de pêkanînên rêveberiya awerte

Di doza Çapemeniya Azad de pêkanînên rêveberiya awerte

Rûniştina sêyemîn a doza çapemeniya azad di çarçoveya biryara dîwana dadgehê de bê temaşevan dest pê kir. Nehiştin parlementerê jî beşdarî rûniştina dozê bibin. Parêzer Ercan Kanar xwest ev biryar were betalkirin.

Rûniştina sêyemîn a doza 36 jê girtî, 44 parêzerên di encama operasyona di 20’ê berfanbara 2011 de li hemberî çapemeniya Kurdan de hatin binçavkirin, li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Tevî Parlementerên BDP’ê Hasîp Kaplan û Ertugrul Kurkçu û hunermend Ferhat Tunç bi sedan kes xwestin beşdarî rûniştinê bibin, lê hatin astengkirin.

Parêzer Ercan Kanar da zanîn ku aloziya duh di rûniştinê de pêk hat ji ber bêtehemuliya dadgehê pêk hatiye û xwest ev biryar were betalkirin.

Piştî Kanar, Prz. Baran Dogan jî ber duh mafê axaftinê nedan wan, daxwaznameyek îtîrazê pêşkêşê dadgehê kir.

Dadgehê ji bo nirxandina daxwazê redkirina îdîanameyê, derxistina deng û dîmenan, tomarên deng û dîmenan, parastina bi zimanê zikmakî û werger û hildana temaşevanan bo hundirê salonê navber da. Tê payîn ku dadgeh di navberê de biryarek bide.