Di civînên gel ên li Amedê de peyama mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîdê hat dayîn
KCD, HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk serdanên xwe yên gel ên li Amedê didomînin, di serdanan de peyama mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîdê hat dayîn.
KCD, HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk serdanên xwe yên gel ên li Amedê didomînin, di serdanan de peyama mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîdê hat dayîn.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk serdanên xwe yên gel ên li Amedê didomîne. Şandeya ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP'ê pêk dihat îro li navçeyên, Xana Axpar, Sûr, Pîran, Pasûr, Hezro, Rezan bi welatiyan re hatin ba hev. Şande wê heta 2'ê mehê serdanên xwe bidomînin.
Di çarçoveya serdanan de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, endamên HDP'ê û Partiya Çep a Kesk û şandeya li gel wan serdana gundê Kabê ya navçeya Sûrê kir. Gundiyan şande pêşwazî kir. Berdan Ozturk û şandeya pê re bi gundiyan re li çayxaneyê civiyan. Ozturk li vir axivî û anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê li dijî çand, ziman û erdnîgariya Kurdan êrîş hene û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bi her awayî êrîşî Kurdan dike. Êrîşî nasname, çand û zimanê Kurdan dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê îro li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar tînin.”
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKΑ
Bi domdarî Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anin ziman: “Birêz Ocalan li dijî pergala kapîtalîzmê digot bêyî vê pergalê tu alternatîf tune ye ji bo hemû gelan pergaleke nû ava kir. Niha ew pergal Rojava bi rê ve dibe. Niha Rojava di dilê dewleta Tirk de kuleke mezin e. Îro Tirkiye êrîşî Rojava dike ku destkeftiyên Kurdan têk bibe. Bingeha şoreşa Rojava jî fikir û ramanên Birêz Ocalan in. Birêz Ocalan bi paradigmaya xwe pêşiya gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn, yên bindest û hemû cîhanê vekir. Îro tecrîda li ser Birêz Ocalan jî sedema fikir û ramanên wî ye. Tecrîd ne tenê sepana dewleta Tirk e. Ya dewletên navneteweyî ye. Dewleta Tirk gardiyaniya tecrîdê dike. Dewletên Ewropa, Amerîka û Îsraîl van sepanên tecrîdê dimeşîne. Bingeha şer û êrîşên li dijî Kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Dema mijar dibe Kurd û Birêz Ocalan dewlet hemû qanûnên xwe binpê dike. Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin, ev yek di tu qanûnên wan de jî tune ne. Partiyên muxalîf ku qala demokrasî û hiqûqê dikin dema mijar dibe tecrîda li ser Birêz Ocalan piştgiriyê didin desthilata AKP’ê û MHP’ê. Dema mijar dibe Kurd ew jî wekî desthilatê tevdigerin. Yê ku îro li Îmraliyê tê tecrîd kirin ne keseke, gelê Kurd gelek caran bi çalakiyên xwe nîşan daye ku birêz Ocalan vîna gelê Kurd e. Ji ber wê hemû gelê Kurd li Îmraliyê tê tecrîd kirin. Ji ber wê divê em weke gelê Kurd bi çalakî û bertekan sekna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin.”
BÊDENGIYA PARTIYÊN MUXALÎF
Ozturk, bêdengbûna partiyên muxalîf a li dijî tecrîd û êrîşên li dijî Kurdan wiha rexne kir: “Partiyên muxalîf ji bo Stenbolê qala demokrasiyê dikin lê li Bakurê Kurdistanê dest danîne ser gelek şeredariyên Kurdan, qeyûm tayîn kirine lê dema mijar dibe şeredariyên Kurd bêdeng in. Di Meclîse de biryara şerê li dijî Kurdan derdixin, partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalîf in jî piştgiriyê didin. Zarokên me qetil dikin, çekên kîmyewî bikartînin, partiyên muxalîf li çepikan dixin.”
QIRKIRINA SIYASÎ
Ozturk, derbarê êrîşên dawî yên li dijî DBP'ê û girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayretîn Altûn de jî destnîşan kir ku bi êrîşên li dijî siyaseta Kurd nikarin tu encaman bi dest bixin û got: “Hevserokê DBP'ê yê giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Sedem dijminatiya li dijî Kurdan û bêtehamuliya siyaseta Kurd e. Gelek caran êrîşî siyaseta Kurd û şeredariyên Kurd kirin lê tu encam negirtin. Lê îro Kurd xwedî hêz in, bêyî Kurdan tu kes nikarê gav biavejê.”
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN BIRÊZ OCALAN E’
Ozturk diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên civakî pewîstî bi hevdîtina bi Ocalan re heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em rê nîşan didin, dibêjin Rûsya û Amerîka ji we re nabin çare, çareseriya pirsgirêkan Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê şexseke vîna mîlyonan e. Di dema komploya navneteweyî de gelê Kurd bi bertekên xwe ev yek nîşan daye. Çareseriya pirsgirêka gelê Kurd Birêz Ocalan e, bila bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikin û tecrîdê rakin. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, mafê mirovan, aborî, demokrasî û hiqûq jî wê pêşbikeve.”
Piştî axaftina Ozturk welatiyan dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” berzkirin û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
‘EV HILBIJARTIN WÊ BIBE TÊK ÇÛNA WAN’
Şandeyek jî li qehwexanêyên navçeya Pasûrê bi gel re civiya. Şandeya ji Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Fatîh Taş, Rêxistina HDP'ê ya Pasûrê, rêveberên Partiya Çep a Kesk pêk dihat û gelek welatî tev li civînê bûn. Şêniyên navçeyê bi kelecanî şandeya HDP'ê pêşwazîkirin.
Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axaftinek kurt kir. Ceylan di destpêka axaftina xwe de yên ku beşdar bûne silav kirin û wiha got: "Heta niha her çiqas êrîş li ser partiya me hatine meşandin jî gelê me tu caran em bi tenê nehiştine.
Ceylan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "AKP û MHP ji ber ku Kurdan tune bike ev 7 sal in tiştek nema ku ne anî serê Kurdan. Navê wê jî kirin plana çokdanînê. Lê yên têk çûn ew in ne Kurd in. Heq, hiqûq û edelet ji holê rakirin. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi Birêz Ocalan re wê demê hevdîtin pêk hatin, di nava civakê de heviya aştiyê mezin dibû. Lê di dema Dolmabaxçeyê de maseya aştiyê hat xerakirin û pişt re li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran dan destpêkirin. Di heman demê de şer jî da destpêkirin. Her ku diçe tecrîd giran kirin, girêdayî vê di nava civakê de aştî ji holê rakirin. Ev tecrîd hatiye asteke wîsa êdî li ser civakê bandor dike, aborî û siyaset daye xetimandin."
Ceylan, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina 2023'an û axaftina xwe wiha qedand: "Êdî tiştekî ku AKP û MHP bide civakê nemaye. Ev hilbijartin pir girîng e ku em şerên wan yê qirêj teşîr bikin. Ev hilbijartin wê bibe têk çûna wan. Serkeftin a siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê mal bi mal, tax bi tax, em xwe bi rêxistin dikin. Aştiyek birûmet bînin. Ev hêza me jî heye."
‘RÊYA SÊYEMÎN JI BO CIVAKÊ HÊVÎ YE‘
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temelî, bi şandeyekê serdana navçeya Xana Axpar a Amedê kirin. Temellî li navçeyê bi gel re hat cemhev û li wir axivî. Temellî balkişand ser Rêya 3’emîn û wiha got: “Rêya 3’emîn ji bo civakê hevî ye. Divê em êdî xwe ji tiştên ku ew wekî qederê pêşkêşî me dikin xwe xilas bikin. Divê ev pergal bê guhertin.”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziyê Tosûn jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Hezroyê kir. Şande li Hezroyê ji aliyê welatiyan ve bi coş hate pêşwazî kirin. Şandeyê pirsgirêkên gel guhdar kir û bilêv kir ku çareseriya pirsgirêkên civakê HDP ye.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Pîranê kirin. Şande li navçeyê bi welatiyan re hate gel hev û pirsgirêk, gilî û gazînên civakî guhdar kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û şandeya li gel wî jî serdana welatiyên navçeya Rezan a Amedê kirin. Li wir jî şande bi gel re axivî û pirsgirêkên gel guhdar kirin.