Li Riha, Mêrdîn, Wan, Amed û Êlihê bi girseyî çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxuyaniyên Serokwezîr Tayîp Erdogan yên li dijî BDP'ê hatin şermezarkirin.
Li Navçeyên Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê, navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, navçeya Peyasê ya Amedê, Êlih, Wan û navçeya Qelqeliyê ya Wanê, bi girseyî li ber avahiyên Şaredariyan çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsên şaredariyan, personelên şaredariyan, nûnerên sendîka, komele û saziyên sivîl yên civakî amade bûn. Di çalakiyan de meş hatin lidarxistin û dirûşmeyên "Destê dirêjî serokatiyê tê bila bişkê", "Dê roj bê AKP hesab bide gel" berz kirin. Rêveberê Şaxa Genel Îş'ê ya Wanê Maşallah Leventoglu, helwesta hikûmeta AKP'ê û daxuyangiyên Serokwezîr Erdogan rexne kir û anî ziman ku, ev yek xizmeta demokrasî û aştiyê nake.
Li Peyasê jî di hefteya 134'an de çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Li vir Endame BELÇAD'ê Ali Riza Ekinci jî daxuyaniyên AKP'ê ku BDP'ê dike hedef rexne û şermezar kir. Li Êlihê jî di hefteya 135'an de çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin.