Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de ji rojnamevanan peyamên bi hêz

Di salvegera 29’em a bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de li ber avahiya rojnemeyê ya li Kadirgayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû ve hate lidarxistin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Cengîz Çîçek, nûnerên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî di nav de gelek sazî û dezgeh tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Ji ber salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ku 3'ê Kanûna 1994'an de hate bombekirin, dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Şehîd namirin" û "Zext û zordarî nikarin me bitirsînin" hatin qîrîn.

Edîtora Rojnameya Yeni Yaşamê Reyhan Hacioglû diyar kir ku Komara Tirkiyeyê bi zilma li ser rojnamevan, muxalîf û şoreşgeran tê naskirni û got, "Yên ku ji gel û heqîqetê sûd werdigirin wê qet tune nebin."

Rojnamevan Huseyîn Aykol di bernameyê de tiştên ku piştî êrîşê qewimîn bi bîr xist û got, "Em weke parêzvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad ji cihê ku êrîş li me hat kirin, em dixwazin vê yekê bibêjin; em werin bombekirin jî, qetilkirin jî , bên girtin jî, em ê tu carî dev ji heqîqetê bernedin. Ya ku Çapemeniya Azad pêk tîne têkoşîna ji bo heqîqetê ye."

Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren diyar kir, ku her serdem rojnamevan tên qetilkirin û girtin û got, "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."

Li ser navê MKG'ê Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever axivî û hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got, "Em weke parêzvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad, ji cihê ku em hatin qetilkirin, em dixwazin vê yekê bibêjin; Em werin bombe kirin jî, qetilkirin jî, girtin jî em ê tu carî dev ji heqîqetê bernedin. Tiştê ku Çapemeniya Azad dike têkoşîna heqîqetê ye. Dema em vê têkoşînê dimeşînin jî, em ê weke Gurbetellî Ersoz, Nagehan Akarsel, Ayfer Serçe têkoşîna heqîqetê bidomînin."

Piştî bernameya bîranînê li cihê ku bombe lê teqiya qerenfîl hatin hiştin û gora Ersîn Yildiz ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin.