Di Baroya Stenbolê de pêvajoya hilbijartinê
Di Baroya Stenbolê de pêvajoya hilbijartinê
Di Baroya Stenbolê de pêvajoya hilbijartinê
Mezintirîn baroya Tirkiyeyê Baroya Stenbol, di 18-19'ê Cotmehê de kongreya xwe lidar dixe. Ji bo rêveberiya baroyê 5 kom bûn namzet û îsal Parêzerên Demokrat û Azadîparêz ku yekemcar tevlî hilbijartinê dibe Ercan Kanar û Yildiz Îmrek weke namzetê Hevserokatiyê nîşan dan.
JI ODAV'Ê PÊŞNIYARA HEVSEROKATIYÊ
Koma Parêzerên Demokrat û Azadîxwaz ku beriya niha bi Koma Parêzerên Hemdem tevlî hilbijartinan dibû, ji ber ku vê komê taybetmendiya xwe ya vehandinê terikand îsal helwesteke cuda nîşan da û koma xwe ODAV ava kir. ODAV wê dîroka Baroya Stenbolê de gaveke nehatiye avêtin biavêje û namzetên hevserokatiyê nîşan bide. Namzetên ODAV'ê jî ji girîngtirîn hiqûqnasên Tirkiyeyê Ercan Kanar û Yildiz Îmrek in. Ji bilî pêşniyara hevserokatiyê, 7 namzetên ji desteya rêveberiyê ya 9 kesa, jin in.
ODAV'ê da xuyakirin rêveberiya Baroya Stenbolê demeke dirêj bû parçeyeke ji siyaseta du aliyan û got, "Rêyeke din heye" bang li parêzeran kir.
UMÎT KOCASAKAL CARA 3. NAMZET E
Koma parêzeran a Once Îlke Çagdaş ku di kongreya bihurî de du namzet nîşan da, îsal namzetek nîşan da. Namzetê komê Umît Kocasakal e ku ev du serdem e serokatiya baroyê dike.
Koma Parêzerên hemdem jî parêzer Ayhan Erdogan ji bo serokatiyê namzet nîşan da.
Namzet Platforma Hukukun Ustunlugu ku bi nêzbûna xwe ya li hikûmetê tê zanîn, parêzer Abdullah Arar e.
Koma Parêzerên Neteweperestan jî Alî Riza Kaplan namzet nîşan dan.