Di 5'emîn 'Nobeta Wijdanê' ya ji aliyê Malbatên kesên di kuştinên kar de birîndarbûne û jiyana xwe ji dest dane li ber Qada Galatasarayê digirin de hate gotin ku tiştên tên jiyandin ne qezayên karin, mêrkujiyên karin. Xwişka Selîn Erdem ya ku di seta rêzefilma Arka Siradakîler de jiyana xwe ji dest da Sema Erdem diyar kir ji ber ewlehiya kar nehatibû girtin xwişka wê jiyana xwe ji dest daye.
Malbatên kesên di kuştinên kar de birîndarbûne û jiyana xwe ji dest dane care 5'emîn li Qada Galatasarayê çalakiya 'Nobeta Wijdanê' li dar xistin. Komê pankarta "Karker dimirin, wîjdanên me di nobetê de ye", "Ne senaryo kuştina rastî ye" vekirin û dirûşmên "Hesap bidin" û "Ji bîr neke, nede ji bîr kirin" berz kirin û wêneyên jiyana xwe ji dest dane hilgirtin. Li ser navê malbatan Kivanç Erdem daxuyanî da û da zanîn ku tiştên tên jiyandin ne qezayên kar in, mêrkujiyên karin.
Erdem anî ziman ku her çiqas mewzûat zelal be jî sazî û kesan li gorî vê tedbîrên ewlehiya kar nagirin û ji ber vê yekê mirin pêk tên. Erdem destnîşan kir ku ew dê têkoşîna xwe li hemberî vê bidomînin. Erdem bi bîr xist ku di 7'ê Pûşberê de 4 karker miriye û wiha got: "Li Manisayê 3 karker ji qata 7'an a asansorê ketin erdê û jiyana xwe ji dest da. Her wiha di heman rojê de karkerekî di cihê dixebite dema ji bo wesayîtekî tamîr bike dikeve bin wesayîtê ji ber krîko têk diçe di bin wesayîtê dimîne û dimire. Em çiqas têkoşîn bidin, patron û sazî ewqas tedbîr digirin."
Erdem destnîşan kir ew dê şopdarê lêpirsînên derbarî bûyerên li Ostîm, BEDAŞ, Davûtpaşa, Bayram Otel û Esenyûrt pêk hatibû û gelek karker jiyana xwe ji dest dabû, bin. Erdem wiha axivî: "Em dê xwe nealimîn her roj di navbera 5 û 8'an karker bimire. Em her hefte roja yekşemê di demjimêr 13.00'an li vir ji bo xwe nealimînin dicivin. Em bang li rêxistin, sendîka, oda, partî û komaleyan dikin ku me tenê nehêlin. Heke wîjdanên we hebe, hestên we yê dadê hebe ji bo xemsariya xwe bêjin bes e û piştgirî bidin."
Di çalakiya vê hefteyê de xwişka Selîn Erdem ya ku di 1'ê Gulanê li seta rêzefilma Arka Siralardakîler dema dixebitî jiyana xwe ji dest da, Sema Erdem axivî. Erdem diyar kir ku xwişka wê ji karê xwe pir hez dikir, lê şert û mercên karê wê pir giran bû û wiha got: " Ji ber ku şertên ewlehiyê tune bû xwişka min mir. Divê hemû kes biberpirsyar tevbigere." Çalakî piştî demjimêrek nobet hate girtin bi dawî bû.