Di 32’emîn salvegera 12’ê Îlonê de doza KCK’ê

Di 32’emîn salvegera 12’ê Îlonê de doza KCK’ê

Doza KCK’ê ya ku çapemeniya Kurd kir hedef, beriya plankirinê bi dawî bû. Sedema vê yekê jî serokê Dadgehê Alî Alçik ê ku di her carekê de dixeyîdî, ji salonê derdiket û birayarên siyasî dida bû. Alçik bi biryareke keyfî diyar kir “nizama dadgehê pêk nayê” û dozê taloqê 12’ê Mijdarê kir. Serokê Dadgehê daxwazên serbestberdana rojnamevan jî nenirxand û got; “Di dosyayê de nirxandin dê bên kirin. Wateyaê vê jî ev e: hevalên me yên ku dê sibê azad bibûna, dê mehek din jî ji azadiya xwe bibin. Jixwe ev deh meh in girtî ne, lê nû derdixin pêşberê dadger.

'GER DÊ BI KURDÎ BIAXIVIN, EM ÇIMA DESTÛR BIDIN'

Dîwana dadgehê di mijara zimanê zikmakî de hemû pêşbîniyên me rast derxist. Heman nivîsa biryarê ya di rûniştina Doza KCK’ê ya Sereke ya Stenbolê xwend. Piştre jî daxwaza bi zimanê zikmakî hate redkirin. Got; “Ji bo yên bi eslê xwe Kurd, hukumên Lozanê nayên pêkanîn.”

Di roja destpêkê ya rûniştina dozê de hempîşeyê me Ertûş Bozkûrt dest bi axaftina Kurdî kir, lê serokê dadgehê got; “Ger dê bi Tirkî biaxive, em çima destûr bidin” û helwesta xwe nîşan da. Ev helwest heta dawiyê berdewam kir. Em rojnamevanên ku bi awayeke serbest tên darizandin, dema navê me xwendin em bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Zazakî got; “Ez li vir im”. Lê dadger vê yekê jî tune hesiband. Der barê vê yekê de tu tiştek di girtekan de cih negirt.

Serokê dadgehê li hemberî daxwaz an jî îtîrazên li hemberî rêkûpêkiya rûniştina dozê ji salonê derket û di du rojên din de jî got “me navber daye”...

LI ZIMANÊ XWE YÊ ZIKMAKÎ XWEDÎ DERKETIN

Hempîşeyên me yên girtî, piştî ku daxwaza wan a ji bo zimanê zikmakî nehat qebûlkirin, devê xwe bi bandên reş girêdan û li zimanê xwe xwedî derketin. Rojnamevanan peyama “Zimanê zikmakî maf e, em ê biparêzin” da. Em rojnamevanên serbest ên darizandin jî me bi çepikan piştgirî da hevalên xwe.

Darizandin zû qediya. Ji bo serokê dadgehê Alçik, pênaseya herî baş ji aliyê parêzer Eren Keskîn ve hate kirin. Keskîn got; “Ez li vir, gava li serokê dadgehê dinêrim, Serokwezîr Erdogan dibînim.”

Gava parêzer jî diaxivîn, mîkrofon nedihatin vekirin û ev yek jî li rastî nerazîbûnan hat. Ji salonê dengê “nayê bihîstin” bilind bû. Serokê dadgehê got; “Ez dibihîsim, ev çi sosret e”, dîsa dadger weke mamosteyekî tevgeriya û ji parêzer Baran Dogan re got; “Tu du caran axivî, cara sêyem destûr nadim.” Jixwe dadger Alî Alçik di rê rûniştina dozê de nîşan da ka ev doz çiqas siyasî ye.

Bi kurtî, hemû tiştên di van sê rojên darizandinê de hatin serê me, 12’ê Îlonê anî bîra kesên 12’ê Îlonê jiyane.