Nasnameyên sê şehîdên bombebarana li Pênciwênê eşkere bûn - HATE NÛKIRIN

Wesayîta Hewayî ya Bêmirov a Çekdarî ya artêşa Tirk a dagirker duh li Pêncîwênê êrîşek kiribû. Di vê êrîşê de ji heman malbatê 3 kes hatin qetilkirin.

Wesayîta Hewayî ya Bêmirov a Çekdarî ya artêşa Tirk a dagirker duh li Pêncîwênê li wesayîtekê dabû. Di bomberdûmanê de ji malbateke Duhokê 3 kes şehîd bûn.

 Nasnameya wan her sê şehîdan wiha ye:
-    Hesen Ehmed Nozet, li Dihokê rûdine û karmendê Kompanyaya AsyaCellê ye di beşa hunerê de.
-    Ziyab Mistefa, Hevsera Hesen Ehmed e.
-    Riyam Hesen Ehmed, keça Ziyab Mistefa û Hesen Ehmed e.

Li gorî zanyariyan, keçeka vê malbatê li Îranê xwendekar bûye û malbatê xwestiye ku keça xwe bibin ser sînor û ji wir bişînin Îranê.