Dewleta Tirk li gel peymanê jî madeyên kîmyewî bi kar tîne
Dewleta Tirk, ji dema ku mohra xwe daniye binê peymana ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û vir ve, madeyên qedexekirî bi kar tîne.
Dewleta Tirk, ji dema ku mohra xwe daniye binê peymana ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û vir ve, madeyên qedexekirî bi kar tîne.
Tirkiyeyê sala 1997'an mohra xwe danî binê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî. Lê belê dewleta Tirk ji hingî ve madeyên kîmyewqî bi kar tîne.
Dewleta Tirk ji meha Nîsanê û vir ve jî li Zap, Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî bi kar tîne. HPG'ê ragihand ku Tirkiyeyê di 6 mehên dawî de 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gel bangên hatine kirin jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bêdeng e, ku Tirkiye aliyekî vê rêxistinê ye.
SÊ SAL PIŞTÎ PEYMANÊ DEST PÊ KIR
Tirkiyeyê sala 1997'an mohra xwe danî binê Peymana Çekên Kîmyewî. Peyman qedexe dike ku çekên kîmyewî bên çêkirin, komkirin û bikaranîn.
Li gorî medya Tirk, ji aliyê çekên kîmyewî ve karnameya Tirkiyeyê 'gelekî paqij e'. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser tenê çend salên piştî îmzekirina peymanê, tê dîtin ku ev îdîa pûç e.
Li gorî hin raporaên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, heman piştî îmzekirina peymanê dest pê kiriye û bi rêk û pêk hatiye bikaranîn. Lê belê saziyên navneteweyî ev yek ji nedîtî ve hatiye.
Tirkiyeyê sê sal piştî ku mohra xwe danî binê Peymanan Çekên Kîmyewî, di 19'ê Kanûnê de di bin navê 'Vegera li jiyanê' 30 girtî qetil kir. Di vê komkujiyê de ku gelek girtî jî birîndar bûn, li hemberî girtîgehan çekên kîmyewî bi kar anî. Tevî ku dadgehê piştî 15 salan biryar da ku divê delîl bêne lêkolîn û rapora ku dibêje 'Çeka kîmyewî nebû' ya Saziya Tipa Edlî qebûl kir jî, madeya ku bedena gelek mehkûman şewitand û bû sedema mirina mehkûman, nehate eşkerekirin bê çi ye.
PIŞTÎ ÇAR SALAN KUŞTINA 20 MIROVAN A BÊDARAZ...
Çar sal piştî îmzekirina peymanê û salek piştî operasyonên 'vegera li jiyanê' îfadeyên şahidan eşkere bû ku nîşan dida, dewleta Tirk çeka kîmyewî bi kar aniye. ÎHD'ê îfadeyên şahidan ên li ser şerê li bejahiya Yedîsû ya Çewlikê yê navbera 12-23'ê Gulana 2001'ê û raporên lêkolînkirina cihê bûyerê û otopsiya destpêkê nirxand û raporek amade kir. Di raporê de jî dihate gotin ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn: "Di operasyona yekalî de ya li bejahiya navçeya Yedîsû ya Çewlikê, li gel daxuyaniya fermî ya ku digot '20 endamên rêxistinê hatin kuştin', îdîayên ku dibêje çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û mirov bêdaraz hatine kuştin, hîn nehatiye rizandin. Ev jî cihê fikaran e."
CENAZE NEDAN MALBATAN, YEKSER VEŞARTIN
Vê carê cih navçeya Dihê ya Wanê bû. Sal 2004 bû. Têkildarî şehadeta 6 gerîlayan, Şaxê ÎHD'ê yê Sêrtê raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin ku cenazeyên gerîlayan bêyî radestî malbatên wan bênekirin hatine veşartin. Heta iha otopsiya klasîk û daneyên li ser çekên kîmyewî bêyî ku ji Saziya Tipa Edlî re bêne şandin hatin kirin. ÎHD'ê di beşa fikra xwe ya li ser mijarê de wiha got, "Heyeta Mafên Mirovan ji ber nedayina cenazeyan ji bo malbatan, bawer dike ku mirov ji ber bikaranîna çekên kîmyewî hatine kuştin."
NÎŞANEYÊN BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê jî di daxuyaniyeke xwed e ya 2010'an ragihand ku kiryarên xerab li dijî cenazeyên gerîlayan, êşkence û nîşaneyên çekên kîmyewî êdî bi rêk û pêk bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev kiryarên li dijî cenazeyên milîtanên rêxistinê 'sûcê li dijî mirovahiyê ye'. Nefret û bêtehemûliya rayedarên ku cenaze xistine vî halî, nîşaneya asta heyî ye."
KETE ROJEVA QADA NAVNETEWEYÎ
Gelek caran hate ragihandin ku Tirkiye ji sala 1997'an û vir ve di şerê dijî PKK'ê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Di vê mijarê de bang hatin kirin, lê belê li dijî Tirkiyeyê gavek jî nehatiye avêtin.
Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve di sala 2019'an de kete rojeva cîhanê.
Di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Efrînê, destpêkê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye.
Heyva Sor a Kurd jî diyar kir ku 6 nexweş ku sivîl jî di nav de bûn, ji ber şewata ji 'çekên nayê zanîn' rakirine nexweşxaneyê.
YPG'ê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û medya dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku Tirkiyeyê bi çekên kîmyewî êriş biriye ser gundekî Efrînê. Televîzyona dewletê ya Îranê jî destnîşan kir ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye.
Piştre çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li dijî sivîlan 'fosfor a spî' hatiye bikaranîn. Lê belê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) tenê got, haya wan ji van îdîayan heye û mijarê lêkolîn dikin.