Tecrîda girankirî ya lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa L a Bakirkoyê de di çarçoveya qanûna agahîgirtinê de sedema vê rewşê ji Serdozgeriya Komarê ya Gemlîkê pirsîn. Bersiva ku ji Midûrieyta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Tîpa F a Îmralî ya xwedî ewlekariya bilind hat serê mirovan tevlîhev dike.
Di bersivê de hate diyarkirin ku hevdîtina bi Ocalan û 5 hikûxwariyên din re li ser daxwaza wan pêk nayên û hat îdîakirin ku ew naxwazin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin. Her wiha hat angaştin ku li Îmraliyê tu rêziknameye, rêvebername û qanûn nehatine binpêkirin.
Di her carekê de parêzerên Ocalan ên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan dikin, lê di her carekê de li rastî hincetên “koster xirabe ye”, “rewşa hewayê ne baş e” yên Wezareta Dadê ya Tirk û Dozgeriya Komarê ya Gemlîkê tên. Ev yek jî pirsa “Gelo dewlet li Îmraliyê çi vedişêre?” tîne hişê mirov.
LI REXMÊ DMME’YÊ 392 ROJ TECRÎD
Her çendî doza li DMME’yê berdewam dike, ji 27’ê Tîrmeha 2011 ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekariye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgeha Bakirkoyê bi armanca protestokirina tecrîdê, di 24.07.2012 de li cem Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta “peywira xwe bi xirabî kar anîne” giliyê Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn kirin. Di heman demê de, di çarçoveya qanûna agahîgirtinê de sedema vê rewşê ji Serdozgeriya Komarê ya Gemlîkê pirsîn. Bersiva ku ji Midûrieyta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Tîpa F a Îmralî ya xwedî ewlekariya bilind hat serê mirovan tevlîhev dike.
BINPÊKIRINA RÊZIKNAME Û QANÛNÊ TUNE!
Di bersivê de hate diyarkirin ku hevdîtina bi Ocalan û 5 hikûxwariyên din re li ser daxwaza wan pêk nayên û hat îdîakirin ku ew naxwazin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin. Her wiha hat angaştin ku li Îmraliyê tu rêziknameye, rêvebername û qanûn nehatine binpêkirin.
'DEWLETÊ XWE DEREWAND'
Girtiyên siyasî yên jin ên ji doza PKK û PAJK’ê dan zanîn ku ew ê bi tu awayî vê bersivê qebûl nekin û xwestin heyetek serbixwe biçe Îmraliyê û daxwaza daxwuyaniyek ji Ocalan kirin. Ji parêzerên Ocalan Şaziye Onder a ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de beriya 9 mehan hate girtin bal kişand ser metirsiya bûyer. Onder destnîşan kir ku gava mirov li hincetên di daxwaznameyê dinêre, mirov dibîne ku dewlet di mijara tecrîdê de ketiye nakokiyan û xwe bi xwe diderewîne. Onder got; “Her hefte parêzer dixwazin hevdîtinê bi miwekîlê xwe Birêz Ocalan re pêk bînin, lê di her carekê de li rastî hincetên ‘koster xirabe ye’, ‘Rewşa hewayê ne baş e’ tên. Lê girtiyên jin ên siyasî yên Girtîgeha Bakirkoyê pirsa “Çima hevdîtina bi Ocalan re pêk nayê?” pirsîne û li rastî bersiva “Ew bi xwe naxwazin hevdîtin pêk bîne” hatine. Li vir du daxuyaniyên cûda yên fermî hene, ev yek mirov dixe nava dudiliyê. Vê gavê ev yek piştrast dike ku pirsa “Gelo Ocalan li kû ye?”, “Tenduristiya wî baş e an na?” ne bê bingeh in.
Onder destnîşan kir ku di 22.11.2011 de 36 parêzerên Birêz Ocalan hatin girtin û ev yek jî tecrîdê girantir kir. Prz. Şaziye Onder got; “Divê di demek kin de rewşa miwekîlê me were zelalkirin û em bang li saziyên sivîl û CPT’yê dikin ku li hemberî vê rewşê bihîstyar bin.”