Destûr nehate dayîn ku malbata Şenyaşar têkevin Wezareta Edaletê
Malbata Şenyaşar dema ku xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin, deriyê Wezareta Edaletê li wan hate girtin û destûr nehate dayîn ku malbat têkeve hundir.
Malbata Şenyaşar dema ku xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin, deriyê Wezareta Edaletê li wan hate girtin û destûr nehate dayîn ku malbat têkeve hundir.
Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar ji bo ku bi rayedarên Wezareta Edaletê re hevdîtinê bikin, ber bi avahiya wezaretê ve meşiyan. Polîsan malbat asteng kirin.
Malbatê ablûkaya polîsan derbas kir û ber bi Wezareta Edaletê ve meşiya û xwest têkeve avahiyê. Kesên di avahiya wezaretê de diyar kirin wezîr û alîkarên wî ne li avahiyê ne, ji bo ku malbat nekevin avahiya wezaretê derî girtin
Malbata Şenyaşar piştre vegeriyan meclîsê.