Derîyê Wezareta Edaletê li Şenyaşaran hat girtin

Bêyî hincet nehat hiştin ku malbat Şenyaşar bikeve hundirê Wezareta Edaletê.

14’ê Hezîrana sala 2018’an xizm û parêzkarên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, 9’ê adara 2021’an li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhest Enqereyê û nobet 22 roj in ku berdewam e.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi kursiya biteker hat cihê çalakiyê. Ferît Şenyaşar û endamên Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê jî bi dowîza bi nivîsa “Edalet” ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiyan. Malbata ku her roj bi hincetên weke “wezîr tune ye” û “wezîr di civînê de ye” nedihat hiştin ku bikeve avahiya wezaretê, îro bêyî ku sedemek were nîşandan hate astengkirin. 

POLÎS KET HEWILA STANDINA DOWÎZ JI EMÎNE ŞENYAŞARÊ

 Polîs hatin ber Wezareta Dadê, ketin wê hewilê ku dowîza li ser ‘’Edalet’’ nivîsandî ya di destê Emîne Şenyaşarê de jê bistînin. Parlamenter Ferît Şenyaşar ket navê û nehişt polîs dowîz ji dêya wî bistînin.