Derbeya Parlamenê li Bremenê jî hate protestokirin
Derbeya parlamenê ya bi hevkariya AKP-MHP-CHP’ê pêk hat û kampa AFAD’ê ya li Teroyan tê avakirin, li ber Parlamentoya Eyaletê ya Bremenê hate protestokirin.
Derbeya parlamenê ya bi hevkariya AKP-MHP-CHP’ê pêk hat û kampa AFAD’ê ya li Teroyan tê avakirin, li ber Parlamentoya Eyaletê ya Bremenê hate protestokirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê rakirina destlênedanên HDP’iyayan bi daxuyaniyek çapemeniyê hate şermezarkirin.
Di serî de Navenda Çanda Elewî ya li Bremenê (BAKM), Mala Cem a li Bremenê, Komaleya Çanda Ermenan a li Bremenê, NAV-DEM, Bremen Tûrkeî Înfo, Mizgefta Saîdê Kurdî, gelek sazî û kesên serbixwe tevlî daxuyaniyê bûn.
Derbeya AKP/Qesrê ya bi piştgiriya CHP û MHP’ê li dijî HDP’ê pêk hat, hate şermezarkirin, bêdengiya dewletên Ewropayê jî hate protestokirin. Hate destnîşankirin ku dîktatortiya Erdogan bi desteka YE tê avakirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de her wiha kampa AFAD’ê ya li gundê Teroyan a Gurgumê tê avakirin jî hate protestokirin.