Derbarê Seroka TTB’ê Fîncanci de lêpirsîna duyem

Derbarê Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci de ji ber heman bûyerê, lêpirsîna duyem hat vekirin.

19’ê Mijdarê piştî derketina dîmenên êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk li qadên gerîla pêk anî, Pispora Tiba Edlî û Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci nirxandin kiribû. Derbarê nirxandinên Fîncanci yên destpêkê yên têkildarî êrîşên kîmyewî de, lêpirsîn hatibû vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatî vekirin de roja 26’ê Mijdarê Fîncandi hat destgîrkirin û piştî rojekê hat girtin. Di rojên borî de, rûniştina yekem a Fîncanci hat kirin û biryara berdewama girtina wê, hatibû dayîn.

Di roja ku rûniştina yekem a Fîncanci hat kirin de, hat zanîn ku raporên lêkolînkirina çavkaniya vekirî yên endamên din konseya navenda TBB’ê, ji aliyê heman dozger ve li ser dosyaya darizandinê hat zêdekirin. Tevî ku parêzeran îtîrazê van ewraqên têkildarî dosyayê nebûn kirin jî, hat zanîn ku serokê şandeyê gotibû ku ev ewraq bi armanca agahiyan li ser dosyayê zêde kiribû.

Lê îro hat zanîn ku derbarê Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamên din ên konseyê de, ji ber “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin. Hat ragihandin ku di lêpirsînê de biryara nepeniyê jî heye. Bi vî awayî Fînanci wê ji ber heman buyerê du caran, bê lêpirsînkirin.

Her wiha hat zanîn ku dozgerê ku doznameya dosyaya têkildarî girtina Fîncanci, lêpirsîna îro derbarê endamên din ên konseya navendê de hatî vekirin û girtina wan a ji peywira wan amadekirî, heman kes e.