Der Standard:Doza rojnamevanan bo azadiya çapemeniyê derbe ye

Der Standard:Doza rojnamevanan bo azadiya çapemeniyê derbe ye

Rojnameya mezin a Awituryayê Der Standard bal kişand ser rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya îro dest pê dike û got; "Bi vê doza ku derbe li azadiya çapemeniyê dixe, hukûmeta Tirk gavek din ji Yekitiya Ewropayê dûr ket."

Di encama operasyona binçavkirinê ya di 24’ê berfanbara 2011 de pêk hat de, 36 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe, têkiliyên wan ên bi navenda nûçeyan re hatin girtin û bi hinceta “endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê ne” hatin girtin. Rûniştina doza rojnamevanan di 10’ê Rezbera 2012 de li Edliyeya Çaglayanê dest pê dike.

Doza ku piraniya wan 44 rojnamevan jê tên darizandin, di rojeva çapemeniya Ewropayê de ye. Rojnameya Der Standard ji bo dozê sernûçeya "Li Tirkiyeyê 44 rojnamevanên 'terorîst' tên darizandin " bi kar anî û dozê weke derbeyek li hemberî azadiya çapemeniyê bi nav kir.

"GAVA LI YE’YÊ DERÎ HATIN GIRTIN ZEXTÊN LI TIRKIYEYÊ ZÊDE BÛN"

Rojnameyê nivîsand ku qanûna “dijî-terorê” ya Tirkiyeyê li pêşiya azadiya çapemeniyê astengiyeke mezin e û ev şîrove kir; “Bi zextên hukûmeta Awisturyayê niha deriyên endamtiya Yekitiya Ewropayê li ber Enqereyê hatine girtin. Tirkiyeyê jî rêyên ku mafê mirovan û azadiya çapemeniyê tune dihesibîne vekir.”

Rojnameyê bi bîr xist ku rojnamevanên ku dê îro bên darizandin ji ber pîşe û karê xwe di girtîgehan de ne û got ku çêkirina nûçeyên der barê pirsgirêka Ermenî û Kurdan de weke “dijminahiya dewletê” tên binavkirin. Rojnameyê diyar kir ku ev rojnamevanên girtî bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê kirine” hatine girtin û wiha nivîsand:

"Dadger tenê der barê çarenûsa 44 rojnamevanan de biryar nade. Di heman demê de dê çarenûsa azadiya çapemeniyê û ketina yekitiyê jî diyar bike.Kesek din jî ku ji van dozên KCK’ê tên darizandin weşanger Ragip Zarokolû yê ku di sala 1998 de li fûara pirtûkan a Frankfurtê xelat wergirtiye."