Dengê girtiyan: Rojeva Zindanan
Ji edîtorên Rojeva Zindanan Muslum Aslan ku hewl dide dengê girtiyan di ser medya dîjîtal re bide bihîstin, diyar kir ku kêfiyet û êşkenceya li zindanan bi bêdengiya civakê hîn bêhtir mezin dibe.
Ji edîtorên Rojeva Zindanan Muslum Aslan ku hewl dide dengê girtiyan di ser medya dîjîtal re bide bihîstin, diyar kir ku kêfiyet û êşkenceya li zindanan bi bêdengiya civakê hîn bêhtir mezin dibe.
Ji edîtorên Rojeva Zindanan Muslum Aslan ku têkildarî girtiyan li ser medya dîjîtal kar dike, li ser karê xwe ji ANF'ê re axivî.
Muslum Aslan diyar kir ku mirovên vê malperê bi rê ve dibin, ya bi xwe demekê girtî mane yan jî haya wan ji nêz ve bi zor û zehmetiyên girtiyan heye û got, "Em xwedî sekneke welê ne ku pirsgirêkên rojane yên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin, pê zanin û li gorî wê yekê ji xwe re wezîfeyê diyar dikin.
Li her qada medya dîjîtal ku em dikarin xwe bigihînin girseyan, bi navê Rojeva Zindanan hesabên me hene. Hemû jî rojane her saet çalak in."
Muslum Aslan diyar kir ku her kesên bi wan re tevdigerin ji malbatên girtiyan pêk tên û got, "Agahiyên ku di hevdîtinên heftane de, yan jî bi telefonê werdigirin, yekser bi me re parve dikin. Di heman demê de em rojname û malperên nûçeyan ên rojane dişopînin, agahiyên li ser zindanan hebin bi nîşandana çavkaniyê diweşînin. Lê belê piraniya nûçeyên me ji aliyên ku digihêjin ber destê me pêk tên.
Em di navbera girtiyan û malbatên wan de mîna pirekê ne, mîna têkiliyekê ne. Ev yek me qet nawestîne, berevajî vê yekê dema ku em dengê girtiyan digihînin komeleyeke mafên mirovan an jî wekîlan hingî em dilrehet dibin, kêfxweş dibin ji ber ku bûne wesîleya tiştekî."
Muslum Aslan destnîşan kir ku çavkaniya wan malbatên girtiyan e.
Muslum Aslan bi dewamî got, "Li zindanan hemûyan çi diqewime, her peyama ku digihêje me em tîp bi tîp weke xwe diweşînin. Me heta niha nûçeyeke bi tenê jî jinedîtî ve nehatine yan jî bêberpirsyarî nêzîk nebûne. Bêyî ku bibêjin pirsgirêk biçûk e, mezin e, lezgîn e, ne lezgîne, me hemû peyam weşand. Me gihand deverên pêwendîdar û piştgirî xwest. Em hewl didin bêkêmasî vî karê xwe bikin."