Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kirk u dive mirov ji daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê yên der barê pirsgirêka Kurd de bawer neke û got; "Niha ne hevdîtinek, ne diyalog û ne jî muzakere heye, ne jî hewl û lêgerînek a hikûmêtê heye." Demîrtaş got; “Ne projeyek hikûmetê ya bi navê ‘Bila çek bêdeng bibin’ heye, ne cidiyeta wê û ne jî projeyek piştî wê heye.”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş hevdîtina di navbera Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de nirxand.
Demîrtaş got; “Li naverastê pirsgirêkek pir mezin a sedsalî ya Kurd heye. Me her tim piştgirî daye polîtîkayên cidî yên çareseriyê yên ku diyalog, aşitî û muzakereyan esas digirin. Em îro jî ne li ser rêyek din in. Em niha ji bo vê hevdîtinê ne dibêjin tiştek tune ye, ne jî dibêjin 'Dê her tişt bi vê pirsgirêkê çareser bibe.
PROJE TUNE
Demîrtaş bi gotina; “Hem hemû nêzîkatiyên di vî warî de dişopînin” axaftina xwe domand û got; “Dema pirsgirek cidî mîna pirsgirêkek Kurd bê gotûbêjkirin, em ji her kesê dixwazin cidî nêzîk bibin. Gava em li gotinan dinêrin kes naxwaze xwîn birije. Lê di pratîkêd e jî tu kesek tiştek nake. Ev pênç sal in em di Parlementoyê de ne, çar tezkere ji bo operasyona dersînor derket. Van her sê partiyan gotin ‘erê’. Evane bûn hevkarên şer.”
Demîrtaş got; “Ger hûn aşitiyê dixwazin dive hûn bi qasî yên aşitiyê dixwazin wêrek bin. Divê teqez çek bê deng bibin. Divê dewlet jî, PKK jî bi awayeke du alî dest ji şer berdin. Ne projeyek hikûmetê ya bi navê ‘Bila çek bêdeng bibin’ heye, ne cidiyeta wê û ne jî projeyek piştî wê heye. Ger hûn li daxuyaniyên Serokwezîr û CHP’ê piştî hevdîtinên dan de, tenê bi gotinekê jî behsa maf û azadiyan nekirin.
Demîrştaş, bi lêv kir ku tenê dibêjin “Divê em di warê têkoşîna li hember ‘Terorîzmê’ de alîkarî bidin hev dû” û wiha pêde çû: “Ê jixwe di vî warî de hûn alîkarî didin hev. Hûn hevkariyê dikin. Ev pirsgirêka ‘Terorîzmê’ nîne. Li holê pirsgirêka gelê kurd heye. Ev gel li Rojhilata Navîn gelekî gelek qedîm e. Pirsgirêka wî ya perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Dixwaze li ser axa xwe li Kurdistanê bibe xwedî statûyek siyasî. Pirsgirêk ev e. Gelo hûn ji vê meseleyê re çi dibêjin? Divê hûn vê yekî ji me re bêjin. Gotina ‘Tenê pirsgirêka terorê heye. Em jî dê welatê xwe ji vê rizgar bikin’, tê wê wateyê ku we hêj ev mesele fêm nekiriye an jî hûn ên li hember xwe gelek saf dihesibînin. Divê hemû kes çi di destî de hebe dane holê.”
Demîrtaş, diyar kir ku heta testbîta ‘Di nava pêvajoyê de êdî îradeya bikaranîna diyalog û muzakereyê derketiye holê’ ji aliyê hemû partiyan ve neyê qebûlkirin, lazime tu kes ji gotinên hikûmetê bawer neke. Demîrtaş got, “Niha ne hevdîtinek, ne diyalog û ne jî muzakere heye, ne jî hewl û lêgerînek a hikûmêtê heye."
Demîrtaş, helwesta hikûmeta AKP’ê ya der barê Komkujiya Roboskiyê de jî bi gotinên tund rexne kir û wiha axivî: “Tenê divê hûn bi wijdana xwe derkevin holê û lêborînê bixwazin. Ger ku we ev yek bicih neaniye, hûn behsa çi peşîlêvekirinê dikin? Ev 6 mehe ev bûyer qewimiye, lê hêj hûn lêborînek çiye, nexwastiye. Hêj hûn bi polîtîkayên ‘Em vedikin, me vekir’ raya giştî mijûl dikin. Dixapînin.”
GER DEMOKRASÎ Û AZADÎ TUNEBE, QADA TENDURISTIYÊ JÎ PÊŞ NAKEVE
Selahattîn Demîrtaş ev gotinên xwe di çarçoveya ‘Civînên Diyalogê’ ya BDP’ê daye destpêkirin de di civîna ‘Bi Xebatarên Tenduristiyê de hevdîtin’ kir.
Demîrtaş polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmetê rexne kir û got ku li cihekî ku demokrasî û azadî pêş nekeve li wir qada tenduristiyê jî pêş nakeve. Demîrtaş destnîşan kir ku, beyî ku pergala giştî bê rexnekirin, tenê rexnekirina polîtîkayên polîtîkayên tenduristiyê di vê qadê de rê li pêş anîna pêşniyaran venake. Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Pergala ku bi baweriya her tişt bi pereyan tên pîvan tevdigere, mirov nekarin bêjin ku mafê tenduristiyê diparêze. Tirkiyeya ku di her alî de di rewşeke xeter de ye, mirov nekarin bi polîtîkaya tendurisityê vebêjin. Hikûmeta ku têkiliyên xwe li ser sermaya navnetewî, aborî û cihanê ava dike. ji ber vê jî rumeta ku dide welatiyê xwe diyare. Ev hemû polîtîkaya tenduristiyê bandor dikin.”
Demîrtaş wiha got: “Em dikarin d udu qadan de dewletê bi her awayî tazî dibînin. Yek tenduristiye yek jî girtîgehe. Cihekê k udi navbera welatî û dewltê de tiştek tuneyî ye. Li Tikriyeyê ev her du cih, polîtîkayên hikûmetê pir vekirî nîşan dide. Lê mixabin dir rewşeke xeter de ye.”