Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, pirsên nûnerên çapemeniya biyanî bersivandin. Demîrtaş li ser pirsên çapemeniyê wiha got: "Mafê kurdan yê xwerêvebirina jênegere. Kurd hezêke bêrevebirin nîne, hêzekî pê re tifaq bê kirine. Bendewariya kurdan ewe ku di nava sînorên ku lê dijî de rêveberiya xweseriya xwe ava bike."
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi nûnerên çapemeniyên biyanî re di xwarina taştê de hatin cem hev. Di Civîna ku li Restoranta Goksû pêk hat de nûnerên çapemeniya yên weke Reûters, AFP, Blomberg News, France 24, îRNA, AP, ARD, Al Arab, Huriyet Daîly News, The Wall Street Journal beşdar bûn. Ji BDP'ê jî ji bilî Demîrtaş û Kişanak, Cigirên Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Nazmî Gur jî amade bûn.
Kişanak û Demîrtaş polîtîkaya partiya xwe ya derbarê pêşketinên polîtîkayên derve û navxweyî, pirsgirêka Kurd, pêvajoya makezagona nû, têkiliyên YE û pêşketinên li Sûriyê bi nûnerên çapemeniya biyanî re hevpar kirin. Demîrtaş pêşketinên polîtîkaya derve û hundir ya di pêvajoya nava 10 salî ya AKP'ê de jiyaye nirxand. Demîrtaş da zanîn ku, îro ji ber polîtîkayên hikumetê Tirkiye bi cîranên xwe re ketiye asta şer.
'TIRKIYE DI ROJHILATA NAVÎN DE BAWERÎ NADE'
Demîrtaş destnîşan kir ku di mijara pêşketinên Rojhilata Navîn de jî AKP li ser mezheba sûnî de polîtîqayê dimeşîne. Demîrtaş anî ziman ku, ji ber vê yekê ye gelên heremê ji Tirkiyeyê bawer nake. Demîrtaş derbirî ku, serkeftina polîtîkaya derve girêdayê serkeftina polîtîkaya hundire. Demîrtaş diyar kir ku, ji ber Tirkiye pirsgirêkên nava xwe nikare çareser bike di Rojhilata Navîn de bawerî nade. Demîrtaş da zanîn ku, Wezîrê Karê Derve Ahmet Davûtoglû li pey xeyaleke weke "Neo-Osmantiyê" ye.
Demîrtaş wiha got: "Lê xeyalên din yên gelên heremê jî hene. Gelên kurd, ereb, fars û gelên heremê ne mecbûrin li pey xeyalên Davûtoglû herin. Mafê her gelê heye ku pêşerajo xwe yê azad ava bike. Em dibînin AKP rêz ji ol û baweriyên mezhebên din re nagire. Mafê xwerêvebirina kurdan nejêgere. Bendewariya kurdan ewe ku di nava sînorên ku lê dijî de rêveberiya xweseriya xwe ava bike ye."
KIŞANAK: DI MIJARA MAKEZAGONÊ DE LIHEVHATIN NÎNE
Piştî Demîrtaş, Kişanak jî bal kişand ser pêvajoya makezagona nû û diyar kir ku, li holê lihevhatinek nîne. Kişanak diyar kir ku, ji 36 madeyan li ser 34 madeyan lihevhatin nehate kirin. Kişanak wiha got: "Çareserkirina pirsgirêkan dê bi makezagona azad û bi metnên lihevhatinê ya civakî pêk were. Bi ferzkirina yek alî ya AKP'ê pirsgirêk çareser nabin. Kişanak anî ziman ku, gotinên Serokwezîr Erdogan ya li ser perwerdeya zimanê zikmakî ya "Bila li qisûrê nenêrin ewqas jî na" têkiliya efendî-koleyê ye. Kişanak berteka xwe bi gotina: "Me 3 milyon û nîv deng girtiye wê çi bikî dê zimanê van mirovan jê bikî?" da.