Hevserokê BDP’ê Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê axivî û diyar kir ku êdî tu kes nikare Kurd û Kurdistanê tune bihesibne û got; “Ev tabloya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ dê teqez çareseriyê bîne.”
Demîrtaş di mihrîcana ku zêdetirê sedhezar beşdar bûn de axivî û peyamên hişk ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hukûmeta AKP’ê re şand.
Demîrtaş bi silavdayîna beşdarên mihrîcanê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girseya qelebalix a mihrîcanê û diyar kir ku peyamek pir xurt dane welatên mêtînger. Demîrtaş got, “Ev tabloya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ dê teqez çareseriyê bîne.”
Demîrtaş destnîşan kir ku ev bi sedan sal e hewl didin ku welatê gelê Kurd tune bikin û got; “ Ger îro ne ji vê têkoşînê bûya, ne ji berxwedana qehremanên vî gelî ya li hemberî faşîstan bûya, ne em, ne jî hûn li vir nedibûn”
KES NIKARE KURD Û KURDISTANÊ BIHESIBÎNE
Di her carekê de axaftina Demîrtaş bi dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” dihat birîn. Demîrtaş got; “Di lîstokên li Rojhilata Navîn dihat leystin, dê Kurd tune bihata hesibandin. Lê heta ku hûn hebin êdî tu kesek nikare Kurd û Kurdistanê tune bihesibîne.”
Demîrtaş diyar kir ku 13 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û got; “Ger vîna gelekî girtî be, ew gel jî azad nabe. Azadiya rêberê gelê Kurd azadiya gelê Kurd e” û destnîşan kir ku bedela wê çi be jî gelê Kurd dê xwedî li rêberê xwe derbikeve.
ERDOGAN NIKARE ZÊDE LI BER XWE BIDE
Demîrtaş bal kişand ser daxuyaniyên şerxwaz ên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û diyar kir ku ev yek ji tirs û xofa ku bi wî re çêbûye tê. Demîrtaş got; “Ez li nîva Ewropayê bang li Recep Tayyîp Erdogan dikim: Tu dê alîgirê faşîzmê bî, rêya xwe hilbijêre.”
Demîrtaş bal kişand ser gef û tehdîdtên rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê û diyar kir ku ew ne ji bo guhdarkirina heqaret û gefên Erdogan hatine meclîsê. Demîrtaş diyar kir ku Erdogan nikare zêde li ber xwe bide û got; “Were teslîmê dilrehmiya vî gelî bibe. Were teslîmê îradeya vî gelî bibe.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku AKP’ê bi kiryarên weke komkujiya Roboskiyê xiyanet li hilbijêrên xwe kiriye”
Demîrtaş bang li zêdetirê sedhezar kesî kir û got; “li partiya xwe li rêbertiya xwe xwedî derbikevin, bi tu sedeman dest ji têkoşînê bernedin” û bi daxaza azadiya li Kurdistanê dawî li axaftina xwe anî.